Pêjgeha Azerbaycanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji goştê berxê tîkekebaba azeriyan û lülə kabab
Xwarina sêlê
Kebaba ask û bizina kûvî

Pêjgeha Azerbaycanê (bi azerî: Azərbaycan milli mətbəxi) yek ji pêjgehên dewlemend ên cîhanê ye. Gava mirov behsa pêjgeha welatekê bike, herwiha teknîkên çêkirina xwarinan, dîrok, dab û nêrîtên destexaneyê (sifre) jî dike. Xwarin-vexwarinên azeriyan bi yên gelên devedorên xwe re hevpar in, lê hin ji wan xwerû li Azerbaycanê deng vedane.

Pirraniya xwarinên azeriyan di qada navneteweyî de wekî yên romiyan (tirkan) tên zanîn. Di viya de rola Împeratoriya Osmanî û çûyîna romiyan bo Ewropayê mezin e. Dema tirk li Ewropayê bicih dibin, tevahiya xwarinên gelên herêmê jî li ser wan tên hejmartin. Bo minak lehmecûn xwarineke ereban e, lê li Ewropayê wekî "pîzaya tirk" tê binavkirin.

Xwarinên ji hevîrê, kufte, kilor, kebab, hêyavk, xwarinên sîr û mastê, selete û kulîçeyên rengîn pêjgeha azerî dixemilînin. Ji ber ku ferhengeke têkûz a kurdî-azerî nehatiye weşandin, dijwar e mirov bizanibe kîjan xwarinê re azerî yan kurd çi dibêjin. Lê gelek xwarin hevpar in.

Hin ji xwarinên pêjgeha azerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdan (îngilîzî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]