Xêro Abbas

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xêro Abbas
Xêro Abbas2008.jpeg
Xêro Abbas di Newroza Swîsrê (Adar 2008)
Agahî
Roja jidayikbûnê 1962
Qamişlo
Cureyê muzikê Muzîka modern a kurdî
Karûbar Solîst
Malper www.xeroabbas.com

Xêro Abbas di sala 1962'an de li başurê rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîyê) bajarê Qamişloyê hatiye dinye. Li Sûrîyê perwerdeya sereta, navîn û lîseyê temam kir. Di sala 1986'an de ji ber zextên rejîma Sûriyê û ji ber bê delfetiyan koçî Elmanyayê kir. Di wan salan de eleqeya wî ser muzîkê zêdetir bû. Di 1989'an de bi tevlî bûna Koma Berxwedan dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir. 1998'an de yekem albûma xwe ya bi navê "Xerîbo" weşand. Albûma Xerîbo di nava Kurdan de eleqeyek mezin dît. Li Ewrûpayê di dehan konser da.

2002'an de di Newroza mezin ya Diyarbekirê ku bi qasê milyoneke Kurd tevlî bû bû de derket ser dîkê. Piştî gelek salan cara yekem bi vê wesîleyê vegeriya axa Kurdistanê û di vê vegera xwe de maçî axa xwe kir û vê helwesta wî ji aliyeke gel ve bi coş û hezkiriyeke mezin hate pêşwazî kirin.

Xêro Abbas şêweya klasîk a muzîka kurdî bi bingeheke modern yekxist û bi vî avahî şêweyeke ku him girêdayî rêça xwe û heman demê de jî şêweyeke modern derxist holê. Vê jêhatiya Xêro Abbas him cihê wî him jî berdarî ya wî zexmtir dike.

[biguherîne] Albûm

[biguherîne] Girêdanên derve

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran