Tenê zer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tenê zer (bi latînî: corpus luteum) pêkhateyek derdanî ya bi rengê zer e, piştî hêkdananê ji xaneyên çikildana gihiştî peyda dibe.[1]

Ji hîpofîza pêş hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. Di xwînê de zêdebûna xestiya LHyê bandor dike li ser peqîna çikildanê û çêbûna tenê zer.[2]

Pêkhateya tenê zer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di hêkdanka mêya 46 salî de şêweya tenê zer û tenê spî.

Ji ber bandora hormona FSH û LHyê, çikildana nav hêkdankê bi têra xwe diperise û ber bi dîwarê hêkdankê cih diguherîne. Çikildana pêgihîştî oosîda duyem lixwe digire. Oosîda duyem bi xaneyên granuloza û xaneyên teka dorpêçî ye. Piştê peqîna çikildana gihîştî, xaneya hêkê (oosîda duyem) ji çikildanê ber bi coga hêkê tê berdan, ev bûyer wekî hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) tê navkirin. Paşmayiyên çikildanê, ango xaneyên granuloza û xaneyên teka nav hêkdankê de dimînin.[3] Tenê zer ji van xaneyan peyda dibe. Piştê hêkdananê tenê zer gir dibe û di nav 7-8 rojan de digihîje qebareya asayî. Tîreya tenê zer a pêgihîştî bi qasê 1.5 cm ye.[3]

Xaneyên granuloza û xaneyên teka diguherin bo xaneyên granuloza yên zer (bi înglîzî: granulosa lutein cells) û xaneyên teka yên zer (bi înglîzî: theca lutein cells). Xaneyên granuloza yên zer çewrî û pîgmenta zer lixwe digirin. Hebûna pîgmentê, rengê zer dide paşmayiyên çikildanê loma koma xaneyên çikildanê wekî tenê zer tê navkirin. Xaneyên teka yên zer jî çewrî lixwe digirin lê bêpîgment in. Piştê hêkdananê, cihê xaneya hêkê, di nav çikildanê de wekî valahiyêk dimîne, ev valahî demek şûnve bi xwînê tijî dibe. Xwîna nav tenê zer hêdî hêdî dimeyîne.[1]

Erkê tenê zer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du erkên sereke yên tenê zer heye: derdana hormonan û di mehên destpêkê ya ducaniyê de alîkirina bo berdewamiya ducaniyê.

Tenê zer mîna rijênek demkî kar dike. Bi mijêrek gellek zêde procesteron û hinek êstrocen û înhîbîn berhem dike û der dide.[4] Xaneyên granuloza yên zer hormonên procesteron, êstrocen û înhîbîn berhem dikin û der didin. Xaneyên teka jî testosteron berhem dikin, lê piraniya testosteronê di xaneyên granuloza de tê guhertin bo êstrocenê.[3] Procesteron û êstrocen girîng in bo berdewamiya ducaniyê.[5] Ev herdu hormon diwarê malzarokê stûr dikin, rijênên navpoşê malzarokê diperisînin. Ji rijênan xurek tê derdan bo xwedîkirina embriyoyê.[6] Bi kurtasî procesteron û êstrocen navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) amade dikin ji bo egera rûdana ducaniyê. Di destpêka ducaniyê de embriyo xwe diçeqîne nav diwarê malzarokê û li wir biperise.[7]

Heke xaneya hêkê neyê pîtandin, tenê zer di nav 10 heta 14 rojan de têk dişikê.[8] Ji tenê zer tenê spî (bi latînî: corpus albicans) peyda dibe. Her ko tenê zer hildiweşe, xestiya êstrocen û procesterona nav xwînê kêm dibe. Ev rewş dibe sedema hilweşîna navpoşê malzarokê û xwîndîtin (bi înglîzî: menstruation) rû dide.[9]

Heke pîtîn rû bide, tenê zer hilnaweşe û derdanên xwe didome. Heta 3 mehî ya ducaniyê, procesteron ji aliyê tenê zer ve tê berhemkirin û derdan, paşê hevalbiçûk diperise, tenê zer hildiweşe. Êdî heta dawiya ducaniyê, procesteron ji aliyê hevalbiçûkê ve tê derdan.[9]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  2. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  3. ^ a b c Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  4. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  6. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  7. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "corpus luteum". Encyclopedia Britannica, 14 Feb. 2020, </. Accessed 16 February 2022.
  9. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill