Here naverokê

Şerê Îsraêl û Hemas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şerê Îsraêl û Hemas
عملية طوفان الاقصى Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dîtina satelîtê ya ewrên guleberdanê yên li Şerîda Xezeyê di roja 7ê cotmeha 2023an de
DewletÎsraêl, Dewleta Filistînê, Libnan, Sûrî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dema destpêkirinê
  • 7 çiriya pêşîn 2023 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • Nayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
Hejmara miriyan
Pêk tê ji
  • Êrîşa terorîstî ya Hemasê li dijî Îsraêlê 2023
  • Israeli invasion of the Gaza Strip
  • attacks on health facilities during the Israel–Hamas war
  • airstrikes by Israel on Palestinian refugee camps during the 2023 Israel–Hamas war
  • Israeli airstrikes on schools during the 2023 Israel–Hamas war Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • 2023 Israeli–Palestinian crisis Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şerê Îsraêl û Hemas şerekî çekdarî ye ku ji 7ê çiriya pêşîn a 2023an û vir ve di navbera dewleta Îsraêl û rêxistina terorîst Hemas û alîgirên wê yên îslamîst-filistînî diqewime. Ew beşek ji pevçûna Îsraêl û Filistînê ye û ji sala 2008an vir ve şerê pêncem ê şerê di navbera Xeze û Îsraêlê ye. Ew di heman demê de tevgera leşkerî ya herî girîng e piştî Şerê Yom Kippur yê di sala 1973ê de.[1] Herwiha, di dîroka şerê Îsraêl û Filistînê de ji bo filistîniyan şerê herî kujer e jî.[2]

Ev şer bi êrîşa terorîstî ya Hemasê ya li ser Îsraêlê di 7ê cotmeha 2023an de dest pê kir. Di êrîşa terorîstî ya ku ji Zîvala Xezeyê ve hat kirin de, tenê di rojekê de 1139 kes hatin qetilkirin - ku wekî meztirîn komkujiya cihûyan e ji dema Holokostê vir ve. Terorîstên Hemasê û milîsên filistînî yên hevalbendê wê, piştî avêtina rokêtan li ser armancên sivîl ên Îsraêlê, sînorên navbera Xeze û Îsraêlê derbas kirin û ber bi axa Îsraêlê ve pêş ketin. Wan gelek nuqteyên leşkerî yên li nêzî sînor bi ser xistin û komkujiyên hovane li dijî sivîlan li 21 kîbbutzên li başûrê Îsraêlê pêk anîn. Her wiha li dijî jinan gelek tundiya zayendî jî hatin kirin. Bi ser de jî, 251 îsraêlî û biyanî dîl hatin girtin û revandin Xezeyê, bi armanca ku Îsraêl neçar bike ku dîl û mehkûmên filistînî berde.[3][4]

Hemasê got ku êrîşa wê bersiva berdewamiya îşxala Îsraêl, dorpêçkirina Xezeyê, berfirehkirina wargehan, guhnedana Îsraêlê ji yasayên navneteweyî û rewşa giştî ya filistîniyan e.[5][6][7] Piştî paqijkirina mîlîtanan ji axa xwe, Îsraêl di dîroka xwe ya nûjen de yek ji kampanyayên bombebaranê yên herî wêranker da destpêkirin[8][9] û di 27ê cotmehê de êrîşî Xezeyê kir, bi armanca tunekirina Hemasê û azadkirina rehîneyan.[10][11]

Ji ber ku Hemas saziyên mirovî wek baregehên leşkerî yên veşartî bikar tîne, ji destpêka êrîşa îsraêlî ve, zêdetirî 40,000 filistînî li Xezayê hatine kuştin, ku zêdetirî nîvê wan jin û zarok in.[12][13][14] Astengkirina tund a Îsraêlê hewcedariyên bingehîn qut kir û êrişên li ser binesaziyê ji sibata 2024an de bû sedema hilweşîna lênihêrîna tenduristî û birçîbûna gel.[15][16][17] Di destpêka sala 2024an de, zêdetirî nîvê xaniyên Xezeyê,[18] bi kêmî ve sêyek darên herêmê û zeviyên çandiniyê,[19][20] piraniya dibistan û zanîngeh[21] bi sedan şûnwarên çandî,[22] û herî kêm bi dehan goristan[23] hatin wêran kirin an zirar dîtin. Nêzîkî 2,3 mîlyon nifûsa filistînê bi darê zorê ji cih û warên xwe bûn[24][25] û zêdetirî 100,000 îsraêlî ji sibata 2024an vir ve koçber bûne.[26]

Şer aniha bi bandorên girîng ên herêmî û navneteweyî berdewam dike. Xwepêşandanên mezin, di serî de alîgirê filistîniyan li çaraliyê cîhanê pêk hatin û banga agirbestê kirin. Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li ser dosyayeke ku Îsraêl bi jenosîdê li Xezayê tê sûcdar kirin, dinirxîne.[27] Dewletên Yekbûyî alîkariyên leşkerî yên berfireh da Îsraêlê û gelek biryarên agirbestê yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî veto kir.[28] Komên Eksena Berxwedanê êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn kirin. Wekî din, tevgera Hûsiyên Yemenê li Deryaya Sor êrîşî keştiyên bazirganiyê kirin, û bersivek leşkerî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li wan hat dayîn.[29] Lêdanên berdewam ên di navbera Hizbulaya Libnanê û Îsraêlê de bû sedema êrişa Îsraêlê ya li ser Libnanê di 1ê cotmeha 2024an de.[30]

  1. ^ "Who are Hamas? What to know about the militant group | AP News". web.archive.org. 23 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "76 years of Nakba: Palestinians fear a repeat of their painful history | AP News". web.archive.org. 13 hezîran 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 hezîran 2024. Roja gihiştinê 19 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "How Israel jails hundreds of Palestinians without charge" (bi îngilîziya brîtanî). 15 kanûna pêşîn 2023. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  4. ^ "Hamas says it has enough Israeli captives to free all Palestinian prisoners | Israel-Palestine conflict News | Al Jazeera". web.archive.org. 7 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Fears of a ground invasion of Gaza grow as Israel vows 'mighty vengeance' | Israel-Palestine conflict News | Al Jazeera". web.archive.org. 8 çiriya pêşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ McKernan, Bethan; Michaelson, Ruth; Graham-Harrison, Emma; Kierszenbaum, Quique; Balousha, Hazem; Taha, Sufian; Sherwood, Harriet; Beaumont, Peter (14 çiriya pêşîn 2023). "Seven days of terror that shook the world and changed the Middle East". The Observer (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0029-7712. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  7. ^ "Hamas Releases Memo Explaining Why It Waged War on Israel; Gazans Question Timing, Cite Criticism of Hamas - Israel News - Haaretz.com". web.archive.org. 7 sibat 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 sibat 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "Israel's military campaign in Gaza is among the most destructive in history, experts say | PBS NewsHour". web.archive.org. 22 nîsan 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 nîsan 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "Israeli bombardment destroyed over 70% of Gaza homes: Report | Israel War on Gaza News | Al Jazeera". web.archive.org. 23 nîsan 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 nîsan 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "Can Israel achieve its war goals in Gaza?". web.archive.org. 7 nîsan 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 nîsan 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "Netanyahu says IDF will control Gaza after war, rejects notion of international force | The Times of Israel". web.archive.org. 12 çiriya paşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ Graham-Harrison, Emma (17 îlon 2024). "Gaza publishes identities of 34,344 Palestinians killed in war with Israel". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  13. ^ "Reported impact snapshot | Gaza Strip (17 July 2024) | United Nations Office for the Coordination of Humanitarian Affairs - occupied Palestinian territory". web.archive.org. 19 tîrmeh 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ Tantesh, Malak A.; Graham-Harrison, Emma (15 tebax 2024). "Gaza rubble likely to conceal untold horrors to swell 40,000 death toll". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  15. ^ "Israel: Starvation Used as Weapon of War in Gaza | Human Rights Watch" (bi îngilîzî). 18 kanûna pêşîn 2023. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  16. ^ "How Gaza's hospitals became battlegrounds". web.archive.org. 18 tîrmeh 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ "Israel is deliberately starving Palestinians, UN rights expert says | Israel-Gaza war | The Guardian". web.archive.org. 28 sibat 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 sibat 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ "At least half of Gaza's buildings damaged or destroyed, new analysis …". archive.ph. 31 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 31 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  19. ^ "Forensic Architecture". web.archive.org. 8 nîsan 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 nîsan 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ "'Ecocide in Gaza': does scale of environmental destruction amount to a war crime? | Gaza | The Guardian". web.archive.org. 29 gulan 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 gulan 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  21. ^ "How Israel has destroyed Gaza's schools and universities | Israel War on Gaza News | Al Jazeera". web.archive.org. 24 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  22. ^ Ahmed, Kaamil (4 sibat 2024). "'Everything beautiful has been destroyed': Palestinians mourn a city in tatters". The Observer (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0029-7712. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  23. ^ Diamond, Jeremy (20 kanûna paşîn 2024). "At least 16 cemeteries in Gaza have been desecrated by Israeli forces, satellite imagery and videos reveal". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  24. ^ "Mass forced displacement in Gaza highlights urgent need for Israel to uphold Palestinians' right to return". Amnesty International (bi îngilîzî). 14 gulan 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  25. ^ "Israel Widens Attack on Hamas; Palestinians Pour Into Southern Gaza". Voice of America (bi îngilîzî). 29 kanûna pêşîn 2023. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.
  26. ^ "The Tragedy of Israel's 135,000 Displaced Citizens". Haaretz.com. 27 sibat 2024.
  27. ^ "ICJ orders Israel to halt its offensive on Rafah, Gaza in new ruling | Israel-Palestine conflict News | Al Jazeera". web.archive.org. 10 hezîran 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 hezîran 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  28. ^ "Germany, a Loyal Israel Ally, Begins to Shift Tone as Gaza Toll Mounts - The New York Times". web.archive.org. 29 adar 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 adar 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  29. ^ "Yemen's Houthis 'will not stop' Red Sea attacks until Israel ends Gaza war | Israel War on Gaza News | Al Jazeera". web.archive.org. 8 sibat 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 sibat 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  30. ^ "Fires have become the most visible sign of the conflict heating up on the Lebanon-Israel border". AP News (bi îngilîzî). 4 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 6 çiriya pêşîn 2024.