Îmadedîn Zengî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îmadedîn Zengî
Navê rastî
عماد الدين زنكي Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1087, 1085 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin14 îlon 1146 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qal'at Ja'bar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêStab wound li ser wîkîdaneyê biguhêre(Mêrkujî)
Hevwelatîxanedana Zengiyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Atabeg (1127–1146) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Zamarud Khatun Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
Dê û bav
  • Aq Sunqur al-Hajib Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zengî bi tunî Imadedîn Zengî I bin Qesîm ed-Dewle Aq Sunqur (zayîn 1087, mirin 1146), lawê Aq Sunqur el-Hecîb, emîrê tirkmen[1]Helebê ku bi Melikşah I ve girêdabûbû. Bavê wî di sala 1094'an de hatibû kuştin û ew ji hêla Kerbûq, emîrê Mûsilê, hatibû mezin kirin. Ew di sala 1127'an de bû emîrê Mûsilê, di sala 1128'an de jî bû yê Helebê û ew damezrênerê xanêdana Zengiyan bû.

Di sala 1130'yan de wî bi Tac el-Mûlk Bûrî ve piştgirî li hembera xaçperestan kir jî pê re ewna bi hev ketin. Wî lawê Bûrî heps kir û Xims dorpêç kir, lê nekarî ku wî bajarî dest xwe bixe. Wî bi xelîfe el-Musterşid re jî micadele kir. Wextê ku di 1132'an de ew li Tikrîtê bi el-Mûsterşîd re cengê dike dikeve zorê, lê emîrî Tîkrîtêyî wê çaxê Necmedîn Eyûb, bavê Selahedîn wî ji zordariyê difilitîne û ewna dibine dostê hev. Di sala 1135'an de Îsmaîl, yê ku pê bavê xwe Tac el-Mûlk Bûrî re bûbû emîrê Şamê, ji Zengî alîkariyê dixwaze. Lê ji malbatê wî de kes wê naxwaze û ew ji hêla dayikê xwe Zûmrûdê tê kuştin û şûna wî birayê Îsmaîlê biçûk Şîhab eddîn Mehmûd tîne emîrîtiyê Şamê. Dîsa jî Zengî dihere û Şamê dorpêç dike, lê ew bê serkeftî dorpêçê ra dike. Zengî di vegera Helabê de Ximsê jî dorpeç dike jî Şîhab eddîn Mehmûd, Mûînedîn Nûr dişîne wir û Zengî li wir jî bi serkeftî der dikeve. Zengî di sala 1137'an de Ximsê dîsa dorpêç dike jî Mûîneddîn Nûr bi Xaçperestên Orşelîm re piştgiriyê dike û Zengî nikare bajêr dest xwe xe. Lê bo ku artêşa Bîzans tê Sûrî ew dorpêçê radike û vedigere Helabê. Di sala 1137'an de împeratoriya Bîzansê û xaçperest Şeyzerê dorpêç dikin jî va dorpêça bêserkeftî xelas dibe. Di sala 1138'an de Zengî bi emîrîtiyê Şamê ve li hev tê û bi Zûmrûdê ku lawê xwe Îsmaîl bi destên xwe kuştî re dizewice û wek cihêzê zewacê jî Ximsê heldigire.

Di sala 1139'an de Şîhabedîn Mehmûd, emîrê Şamê tê kuştin û Zengî bo ku bajêr dest xwe xe dihere ser Şamê. Lê Mûînedîn Nûr bi xaçperestên Qûdisê re piştgiriyê dike û bajêr teslîma Zengî nake û Cemaledîn wek paşewarê Şîhab derbaza textê Şamê dibe. Zengî bajarê ku Cemaledîn lê berê emîrîtî dikirî Balbêkê dorpêç dike û wê derê dest xwe dixe û teslîma Necmedîn Eyûb bavê Selahedîn dike.

Di sala 1144an de Zengî bajarî Rihayê ku navê xwe ji hêla xaçperestan wek Edessa dihat navkirin, dorpêç kir û ew dera di 24'ê berfenbarê 1144'an de dest dixe.[2] Di sala 1146an de dema Şamê dorpêç dike ji hêla xûlamekî frank ve tê kuştin. Li Mûsilê kurê wî yê mezin Seyfedîn Qazî, li Helabê jî kurê wî yê Nûredîn derbasê şûna wî dibin.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Cambridge History of Iran, S. 126
  2. ^ Steven Runciman: A History of the Crusades. Volume 2: The Kingdom of Jerusalem. Cambridge University Press, Cambridge u. a. 1952.