Here naverokê

Xanedana Zengiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xanedana Zengiyan

زنكيون Erebî

1127 – 1250
nexşeya Zengiyan
Agahiyên gelemperî
PaytextŞam
ZimanErebî, Tirkî, Kurdî
DînIslam
Rêveberî
• 1127-1146Imad ad-Din Zengi
• 1241-1250Mahmud Al-Malik Al-Zahir
Ya berêYa paşê

Zengî yan jî xanedana zengiyan (bi erebî: زنكيون‎, lat. zankiyūn) xanedaneke dîrokî ya misilman e.[1] Zengî binemaleke selcûqî ye desthilatdariya bakurê Rojavaye Kurdistan û Başurê Kurdistanê û pişt re jî desthilatdariya xwe fireh kirine û gihandine sînorê Misirê. Li Sûrî û Îraqê (1127-1174) û li Mûsilê berdewam bûn heta 1262 piştî zayînê. Paytexta wan berê Heleb bû û ji 1154an de bû Şam.

Bapîrê vê binemalê serleşkerekî memlûk ê bi navê Aq Sunqur bû. Ew bi alîkariya serdarê selcûqî Tutuş bû desthilatdarê Helebê. Kurê wî Îmadedîn Zengî di navbera 1127 û 1146an de hikumdarê Mûsil û Helebê bû.[2][3]

Di navbera 1146 û 1174an de kurê wî Nûredîn cihê wî girt. Nûredîn di 1154an de Şam xist bin destê xwe. Piştî mirina birayê wî Seyfedîn (desthilatdarê Îraqê di navbera 1146 û 1149an de) Nûredîn Îraq jî teve milkê xwe kir û Mûsil kire paytext û desthilatiya wî li sere beşê Mûsilê heta 1262an ma.[4] Di dema Nûredînê Zengî de dewlet xurt bû û baş bi rê ve diçû, tevgera avakirinê geş bû û aboriya dewletê xurt bû û sinorên xwe fere kirin heta gihandine Misrê. Nûredîn leşkerê xwe bi serokatiya Silhedînê Eyûbî şande Misrê û dawî li dewleta Fatimî anî. Di 1174an de Silhedîn li zengiyan vegeriya û dawî li desthilatiya Îsmaylê kurê Nûredînê Zengî li Helebê anî. Desthilata zenkiyan li Şingalê (1170-1220) û li Cizîrê (1180-1250) hebû û ew jî li ser destê eyûbiyan bi dawî bû.[5]

Serdarên binemala Zengî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pelikekî bi nîgara Ebûlharis Nûredîn Arslan Şah I (1197)

Xanedana zengiyan a Mûsil û Helebê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Îmadedîn Zengî I kurê Qesimedewle Aq Sunqur – waliyê Mûsilê (1127-1146)
  2. Seyfedîn Xazî I kurê Zengî I (1146-1149)
  3. Qutbedîn Mewdûd kurê Zengî I (1149-1169)
  4. Seyfedîn Xazî II kurê Mewdûd (1169-1177)
  5. Izedîn Mesûd I kurê Mewdûd (1177-1193)
  6. Ebûlharis Nûredîn Arslan Şah I kurê Mesûd (1193-1211)
  7. Elmelik Elqahir Izedîn Mesûd II kurê Arslan Şah (1211-1218)
  8. Nûreddîn Arslan Şah II kurê Mesûd II (1218-1219)
  9. Elmelik Elqahir Nasiredîn Mehmûd kurê Mesûd II (1219-1234)
  10. Bedredîn Lulu, (1234-1259)

Xanedana zengiyan a Şam û Helebê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Ebûlqasim Elmelik Eladil Nûredîn Mehmûd kurê Zengî (1146-1174)
  2. Elmelik Esalih Nûredîn Îsmayl kurê Zengî (1174-1183)
  3. Ebulfeth Elmelik Eladil Imadedîn Zengî II kurê Mewdûd li Şingalê (1181-1183)

Xanedana zengiyan a Şamê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Nûredîn Mehmûd kurê Zengî (1154-1174).

Xanedana zengiyan a Şingalê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Imadedîn Zengî II kurê Mewdûd (1171–1197)
  2. Qutbedîn Mihemed kurê Zengî II (1197–1219)
  3. Imadedîn Şahanşah kurê Mihemed (1219–1220) û Celaledîn Mehmûd kurê Mihemed (1219–1220) û Fethedîn Umar kurê Mihemed (1219–1220)

Xanedana zengiyan a Cizîrê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Muizedîn Sencer Şah kurê Xazî II yê kurê Mewdûd (1180–1208)
  2. Elmelik Elmuezem Muizedîn Mehmûd kurê Sencer Şah (1208–1241)
  3. Elmelik Ezahir Mesûd kurê Mehmûd (1241–1250)

Xanedana zengiyan a Şehrezorê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Imadedîn Zengî III kurê Arslan Şah II (?-1233)
  2. Nûredîn Il Arslan kurê Zengî III (1233-1251)

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Bosworth 1996, r. 191.
  2. ^ Ayalon 1999, r. 166.
  3. ^ Irwin 1999, r. 227.
  4. ^ Asbridge 2012, r. 1153.
  5. ^ Hunyadi, Zsolt; Laszlovszky, József (2001). The Crusades and the Military Orders. Central European University.