Zengiyan
Zengî yan jî Zengiyan xanedanekî misilmanan e. Zengî binemaleke Selçûqiye desthilatdariya bakurê Sûriyê, Îraqê û piştrejî desthilatdariya xwe fireh kirine û gihandine sînorê Misir. Li Sûriyê û Îraqê (1127-1174) an û li Mûsilê berdewam bûn heta 1262 z. Paytexta wan berê Heleb bû û ji 1154an de bû Şam (Damascus).
Esil[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Bavpîrê vê binemalê Aqsenqer bû, ew jî serleşkerekî Memalîkan bû. Atabeg (serleşger) ji aliyê serdarê Selçûqî Teteş ve, bû desthilatdarê Helebê. Kurê wî Îmadeddîn Zengî di navbera 1127 û 1146 an de birêvebirê mîrneşîna Îraqê bû. Wî di 1127an de Mûsil dagir kir, û di 1128an de Heleb jî, û gellek bajarên dî li Şamê. Şêweyê birêvebirina dewletê ji aliyê Îmadeddîn ve gellekî bi rêkûpêk bû û ji ber wê jî gellek caran zora lêşgerê filleyan bir.
Destpêk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Destihilatiya xwe li ser Îraqê û hinek beşên girîn ji Şamê xurttir kir. Kurê wî Nûreddîn cihê wî girt di navbera 1146 û 1174an de. Nûreddîn di 1154an de Dîmeşq xiste bin destê xwe. Piştî mirina birayê wî Seyfeddîn (desthilatdarê Îraqê di navbera 1146 û 1149an de) Nûreddîn Îraq jî teve milkê xwe kir û Mûsil kire paytext, û desthilatiya wî li sere beşê Mûsilê heat 1262an ma. Di dema Nûreddînê Zengî de dewlt xurt bû û baş bi rê ve diçû, tevgera avakirinê geş bû û aboriya dewletê xurt bû û sînorên xwe fere kirin heat gihandine Misrê. Nûreddîn leşgerê xwe bi serokatiya Silhedînê Eyûbî şande Misrê û dawî li dewleta Fatimî anî. Di 1174 an de Silheddîn li Zengiyan vegeriya û dawî li desthilatiya Îsmayîl kurê Nûreddînê Zengî li Helebê anî. Dethilata Zenkiyan li Şengalê (1170-1220) û li Cizîrê (1180-1250) hebû û ew jî li ser destê Eyûbiyan bi dawî bû.
Serdarên binemala Zengî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
A- Zengiyên Mûsilê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Îmadeddîn Zengî – waliyê Mûsilê (1127-1146)
- Seyfeddîn Gazî (1146-1149)
- Qutbeddîn Mewdûd (1149-1169)
- Seyfeddîn Gazî 2 (1169-1177)
- Izzedîn Mesûd (1177-1193)
- Nûreddîn Erselan Şah (1193-1211)
- Izzedîn Mesûd 2 (1211-1218)
- Nûreddîn Erselan Şah 2 (1218-1219)
- Nasireddîn Mehmûd 2 (1219-1234)
- Bedreddîn Lu,lu, (1233-1259)
B- Zengiyên li Helebê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Nûreddîn Mehmûd ê Zengî (1146-1174)
- Îsmayl Nûreddîn Zengî (1174-1183)
C- Zengî li Şamê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Nûreddîn Mehmûd Zengî (1154-1174).
Giredaniyên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Kelajê Kurmanc: Devletên Kurdî, kovara PIRS hejmar 35, bahara 2006a.