İmam Taşçıer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

İmam Taşçıer (1'ê rêbendanê 1959, Bismil,Seletê , Amed , Bakurê Kurdistanê) ramyararekî kurd ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê ye.


İmam Taşçıer
biguhêreBelge

Kariyera ramyarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îmam Taşçier di hilbijartinên parlamenê yên Hezîrana 2015an de wek nûnerê HDPê yê Amedê hat hilbijartin û di hilbijartinên pêşwext ên mijdara 2015an û hilbijartinên parlamenî yên hezîrana 2018an de careke din hat hilbijartin.

Wî Hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Partiya Dadwerî û Werarê (AKP) dilbijî kir ku girtiyên kurd serbest berde, mafên kurdan li Tirkiyê nas bike û pêwendiyên baş bi Kurdên Sûriyê re deyne berdêla dengên kurdan ji bo hilbijartinên şaredariya Stenbolê di 23ê hezîrana 2019an de.

Dozgeriya qanûnî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taşçier di dema xebata xwe ya ramyarî de 2 caran hate girtin. Carekê di 4’ê Mijdara 2016’an de bi 12 siyasetmedarên HDP’ê re hevserokên partiyê Selahattin Demirtaş  û Figen Yüksekdağ jî di nav de bûn, lê piştî demeke kurt hatin berdan.Lê belê bi hinceta di qedexeya derketina derve ya Sûrê ya sala 2015'an de bangeşa terorê kiriye, doz lê hatibû vekirin. Dozgeriyê wê demê 23 sal ceza xwest.Piştre jî di Çileya 2017’an de ji ber lêpirsîna ku firêzî li Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdoğan kiriye, dîsa çend demjimêran hate binçavkirin.

Jiyana kesane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Imam Taşçier li gundê Seletê a Bismilê ya Amedê mezin bûye û mamoste ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]