Şablon:GH/2012/21

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sakîna Teyna
Sakîna Teyna

Sakîna Teyna ango Sakîna (jdb. 1973, li Gimgim) stranbêj, rojnamevan û nivîskareke kurd e.

Sakîna di zarokatiya xwe de bala xwe dide muzîkê û di ciwantiya xwe de perwerdehiya muzîkî û ya dengê distîne. Di salên 90î de ew dibe endama Navenda Çanda Mezopotamyayê û bi vî rengî dest bi kariyera muzîkê dike. Li ser navê navendê tevlî gelek bernameyên welêt dibe. Wek hemû endamên navendê, ew jî ji ber gotinên stranên xwe yên bi kurdî rastî zext û zordariyên dewletê tê, ji ber ku di wan salan de ziman û hunera kurdî bi tevahî qedexe ye. Ji ber zext û zordariya li ser nasnameya kurd hinek rêhevalên wê yên hunermend tên kuştin.

Li dijî vê tahlûkeyê Sakina dev ji muzîkê bernade û hunera xwe bi konserên îllegal dimeşîne - ta ku neçar dimîne û mecbûr dibe ji zext û zordariya dewleta tirk bireve. Heya demekê wê jiyan û xebata xwe li Ermenistanê meşand, piştre derbasî başûrê Kurdistanê dibe û wek aktîvîsteke azadiyê şoreşa xwe ya hunerî li wir didomîne.

Piştî çend salan ew koçî Viyana, Awistriyayê dike û hê jî jiyana xwe li wir dimeşîne. Sakîna û hevalên wê yên hunermend bi muzîka kurdî û teknîkên eksperîmantel  sentezeke di nava kevneşopî û modernîteyê de didamezirînin. Ew li ser şopa çanda xwe muzîka kurdî ji nu ve keşf dikin û bi awayeke cûda tînin ziman (bêhtir…)