Şerê Îsosê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şerê Îsosê
  • Şer û pêkdan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
36°50′16″Bk 36°12′40″Rh / 36.8379°Bk 36.2111°Rh / 36.8379; 36.2111
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Şerê Îsosê

Şerê Îsosê di navbera bi rêveberiya Îskenderê Mezin de Yekîtiya Yewnan û Makedonan û rêveberiya Daryûs III de Împeratoriya Hexamenişî de, 5ê mijdarê 333 berî zayînê de li nêzîkê Dortyola Xetayê pêk hatiye. Ew şer navbera herdu aliyen de şerê duyem bû. Ya yekem Şerê Granîkosê bû, li nêzîkê Çanakkaleya Tirkiyê pêk hatibû.

Destpêka Şer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îskender ji bo fethkirina Asya gava yekem li Çemê Granîkosê de hêzên persan têk bir, paşê piştî dorpêçkirina Halîlkarnasê , bajarê destxist. Pevçûnekê din jî ba Çemê Îsosê pêk hat, ji hêla dîroknasan wek Şerê Îsosê hat binavkirin. Cara ewil bû Daryûs III di vê şerê de derket hemberê Îskenderê mezin.

Îskender hesiya ku Daryûs hatiye Kîlîkyayê. Nesekinî Gordîonê kete rê. Kîlîkya cihekî gelek berdar bû, Rojhilata heremê de bajarê benderî Îsos hebû.

Bendera Îsosê ji bo Îskenderê bû baregeh, li wir bêhn da. Paşê dewam kir aliyê başûr ve meşiya. Lê di heman demê de Daryûs jî ji wê ra paralel mile rojhilatê rêzeçiyayên amanosê diçûyê aliyê bakur. Îskender cihê Daryûsê bawer bû zivirî disa bakurê. Her du hêz li çemê rasta hev hatin. Cografya dîsa avantajê Îskenderê bû, ji ber ku hêza Daryûs nedikariya bi hesanî hereket bike. Dîroknas Plutarch pirtûka xwe ya Jiyana Îskenderê Mezin de :

'Felek di hilbijartina axê de ji Îskender re ne dilnermtir bû, ji ber ku ew baldar bû ku wê di berjewendiya xwe de çêtir bike. Ji ber ku ji aliyê hejmarî ve pir kêm bû, ji ber ku nehişt ku xwe ji aliyekê veke, wî baskê xwe yê rastê ji milê çepê yê dijminên xwe pir dirêjtir dirêj kir û bi xwe li wir di rêzên herî pêş de şer kir, barbar ber bi revê ve bir.'

dibêje.

Şer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daryûs peşniyarên fermandarê xwe yên yewnan Charidamusê paşguh kir. Ew gotibû: hêzên xwe perçe bike û ez ji ber te beşdarî şer bibim. Lê Daryûs vê peşniyarê qebûl nekir. Ne gengaz bû ku Daryûs hemberê yewnanekî genc ra têk biçe. Piştê nerazîbûna Daryûsê Charidamusê bi Yewnanî şîroveyên nebaş gotin, mixabin Daryûs wan şîroveyan fehm kir. Fermandarê xwe yên yewnan Charidamusê îdam kir. Ew bûyer moralê leşkerên xwe gelek şikand ji ber ku Charidamus gelek fermandarekî qenç bû.[1]

Şer dest pê kir lê ji bo Farisan baş neçû, her wiha hejmara wan ji dijminên xwe zêdetir bû lê nedikariyan hesanî hereket biken li milekî behr milekî jî çiya ne dihişt. Lê Îskender cografyayê baş bi kar anî. Falanksa di rêzê da baş belav kir , payedaren giran jî danî nav merkeza hêzên xwe.

Daryûsê ji bo ku hêzên Îskenderê ji hev biqetîne siwariyên xwe şande milê rastê. Çem û barîkatên Îskenderê asteng bû siwarî bikevin nav hêzê. Heman demê de Îskender jî ji milê çepê ve siwariyan şande li ser hêza Daryûsê. Pêşveçûnekî baş pêk hat. Daryûs nekarî pêşveçûna Îskenderê biqedîne. Siwariyên Îskender piştî veqetandina hêzên Farisan vegeriyan ketin di nav merkeza Farisan. Birayê Daryûsê Oxathres jî dixwast bine asteng ji bo Îskender lê nekarî. Lê hêj jî Parmenîona fermandarê hêzên Îskenderê ya milê çepê nedikariya serbikeve. Zehf nema Daryûs ji qada şer revî. Leşkerên wî jî hêdî hêdî belav bûn.

Pişti şer qediya destketîyên zêr û zîv ma hêzên yekitiya Yewnan û Makedonan. Lê ji bilî zêr û zîvê jin û keçên Daryûsê jî ma di nav qada şer. Îskender ferman da ku kes destdirêjiyê wan neke. Di wexte kî şunda Daryûs peyam şand, ji bo fîdyeya keç û jina xwe nîvê welatê xwe dida. Lê Îskender vê teklîfê qebûl nekir. Herdu hêz vê carê li Şerê Gaugamelayê dîsa derketin hemberê hev.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]