Şerê Dimdimê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şerê Dimdimê şerê navbera Dewleta Sefewiyan û Kurdên sunnî yên Împeratoriya Osmanî ya di navbera salên 1609 û 1610an de bû.

Şer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser şerekî dirêj ê navbera salên 1609-1610’an de di navbera Kurdan û Dewleta Sefewiyan de vegotinên dîrokî yên baş hene.Kurd ji aliyê hijmarî û teknîkî ve di dezavantajê de bûn. Piştî dorpêçeke ku nêzî salekê dom kir, wezîrê mezin ê sefewî Hatem Beg keleh vegirt û garnîzona kurdan qirr kir.[1]

Encama piştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî dorpêçeke dirêj û bi xwîn a bi pêşengiya wezîrê mezin ê sefewî Hatem Beg, ku ji çiriya paşîn a 1609an heta havîna 1610an dom kir, Dimdim hat vegirtin.Hemû parêzvan hatin kuştin. Şah Ebasê Yekê fermana komkujiyek giştî li Bradost û Mukriyanê da (wek ku dîroknasê sefewî Îskender Begê Tirkmên di pirtûka xwe ya bi navê Alam Aray-e Abbasî de radigihîne) û hoza Efşar li herêmê bi cih kir û gelek hozên Kurdan jî li herêma Xorasanê bi cih kir. Her çend dîroknasên sefewî (mîna Îskender Beg) şerê yekem ê Dimdimê di encama serhildan û xiniztiya kurdan de nîşan bidin jî, lê di kevneşopiyên kurdî yên devkî (Beytî Dimdim), berhemên wêjeyî (Dzhalilov, pp. 67-72) û di dîrokê de, ev şerê dimdimê weke tekoşîna gelê kurd a li dijî serdestiya biyanî hatiye dîtin. Bi rastî Beytî Dimdim piştî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ve weke duyem destana neteweyî ya herî girîng tê dîtin. Yekem çîroka wêjeyî ya vî şerî ji aliyê Feqiyê Teyran ve hatiye nivîsandin.[2][3]

Her wiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kelly, Michael J. Ghosts of Halabja: Saddam Hussein and the Kurdish Genocide.
  2. ^ "Dimdim" (bi îngilîzî). Encyclopædia Iranica. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.
  3. ^ O. Dzh. Dzhalilov, Kurdski geroicheski epos "Zlatoruki Khan" , Mosko 1967, pp. 5-26, 37-39, 206