Şerê birakujî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Parçebûna Başûrê Kurdistanê bi şerê PDKê û YNKê

Şerê birakujî, an jî Şerê navxweyî yê kurdan, şerên di navbera partî û rêxistinên kurdî yên modern de ne.

Şerê brakujî di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekê girîng e ku netîceyên wê heta niha jî dewam dike. Berî partî û rêxistinên kurdî avabibin, li Kurdistanê bi giştî hêzên mîrektîyên kurd û hêzên eşîrên kurd hebûn. Van hêzên feodal bi dûçûna berjewendîyên xwe li dijî hêzên din çi kurd çi ereb çi tirk çi jî fars şer dikirin. Lê piştî sedsala 20emîn li tevahîya Kurdistanê rêxistin û partîyên kurd hatin damezrandin. Ev rêxistinên modern her çend bi dûçûnên îdeolojîyan hatibin damezrandin jî, li ser esasê kurdbûnê rê û rêbazên xwe kifş dikirin. Bingeha fermîbûna partîyên kurd bi avabûna Komara Kurdistanê pêkhat. Komara Kurdistanê bi rêya PDK-Î hate damezrandin. Hemû kadroyên komarê ji partîyê bûn. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Iraqê, Tirkîyeyê û Surîyeyê livînên kurd çêbûn û gelek rêxistin hatin ava kirin. Piştî çiqdana van tevgeran nerazîbûn li nav partîyan destpê kir, nêrînên cuda cuda derketin, berjewendîyên kesayetî çêbûn, nêrînên herêmî derketin, nêrînên îdeolojîk zêde bûn. Ji ber van sedeman di nav partî û rêxistinên kurd de jî lihevnehatîn çêbûn. Heta ku ev lihevnehatin gihişt şerekî dijwar di navbera miletekê bêdewlet de. Ev agirê di navbera kurdan de bi alîkarîya dewletên herêmî jî ve gihişt asteke gelek dijwar û xerabker.

Piştî salên 1980yan[biguherîne]

Li salên 1980yan bi taybetî li Başûrê Kurdistanê qeyran hebû. Gelek partî û rêxistinên kurdî li başûrê Kurdistanê ji bo parçek axê destbixin şer dikirin û xwe li cihê xwe asê dikirin. Her wisa li salên 1980yan PKK ku binyad ve partiyeke Bakurê Kurdistanê bû û PDKÎ, Komala ku ji Rojhilatê Kurdistanê bûn li Başûrê Kurdistanê binecih bûn. Bi vî halî li her derê Başûrê Kurdistanê di bin kontrola partîyên kurd de bûn.

Li sala 1983yê serokê PDKê Mesûd Barzanî û serokê PKKê Abdullah Öcalan di navbera xwe de Protokola Hevtêgehiştin destnîşan kir. Bi dûçûna vê protokolê ev herdu hêz li dijî her cureyê emperyalîzmê dê hevkariyê bikin. Bi taybetî jî li dijî emperyalîzma DYAyê. Dixwastin ji bo Kurdistana Mezin hevkariya xwe û hêzên din yên kurdî bikin. Lê li sala 1984ê PKKê li Erûh û Şemzînanê dest bi têkoşînê kir bi Tirkiyeyê re. Li ser vê ji bo PDKê cebheyê din yê şerê vebû bi Tirkiyeyê re. Li ser vê ev protokola PKKê û PDKê hate betal kirin.

Li sala 1988ê serokê YNKê Celal Telebanî û serokê PKKê di navbera xwe de Protokola Hevtêgehiştinê destnîşan kir. Armanca sereke ya vê protokolê avakirina yekitiya kurdî bû. Lê ev protokol jî zêde nejiya û ji aliyê Abdullah Öcalan wek vala û bêkêr hate danasîn. Wî wextî Celal Telebanî li DYAyê bû û digot şerê çekdarî xelas bûye û wextê dîyalogê ye. Polîtikayên dewletên derve, hemû protokol û hevgirtinên kurd bi awayekî hêsan xelas dikir. Para kurdan jî firotina kurdên din bû. Her çend atmosfereke diyalogê hebû jî piştî axiftinên Celal Telebanî, Iraqê dest bi operasyona Enfal 1988 kir. 23yê şibatê destpê kir 25ê îlona 1988ê xelas bû. 23ê şibatê heta 25ê tebaxa 1988ê li dijî herêmên YNKê, 25ê tebaxê heta 25ê îlona 1988ê jî li dijî herêmên PDKê ev komkujiyên Enfalê dewam kir.

Hêjayî gotinê ye ku partiyên kurd dijî hev bihêz, dijî dewletên derve jî bêhêz bûn. Hevsenga di navbera xwe de û di navbera dewletên derve de nedikarin ava bikin.


Kurteya şerê 1990an[biguherîne]

  • 1992: PDK/YNK/Tirkiye bi PKKê
  • 1993: YNK bi BÎKê
  • 1994: PDK/BÎK/Îran/KH/KRH bi YNKê
  • 1995: PDK bi PKK/YNK/Îranê
  • 1996-1997: PDK/Tirkiye/Iraq bi YNK/PKKê

Têkildar[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)