Şevket Arman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Şevket Arman (z. 1918, Xelfetî, Riha) yek ji yekemîn boyaxvanên hunera nûjên ên Tirkiyê ye. Stîla wî nêzikî abstraksiyona kubîstîk e.

Kurtejiyan[biguherîne]

Şevket Arman di sala 1918'an de li bajarê Xelfetiyê jidayik bû. Wî di sala 1937'an de li Stenbolê mamostetiyê qedand û di sala 1940'an de jî beşa Karên nîgarkêşî li Enstîtuya Perwerdehiyê ya Gazî mezun bû. Dema di sala 1949'an de li Lîseya Mersînê mamostetiya karên tabloyê dikir, ji aliyê MEB'ê ve destûr stend ku ji bo du salan biçe Fransayê. Ew li Parîsê di Academie National Superieur des Beaux Arts de weke xwendevanê mêvan tevlî atolyeya Jan Sanverbi û akademiya Andre Lhote bû. Ew bi xebatên xwe yên derbarê nîgar û pentura nûjên xebatên serkeftî bidestxist û piştî ku ji her du akademiyan sertîfîka stend vegeriya welatê xwe. Dema li Fransayê bû, wî ser li muzeyên hunerê yên Brîtanya, Îtalya û Holandê xist û hunera wê demê lêkoland. Piştre vegeriya welat û li lîseyên Mersîn û Edîrneyê mamostetiyê kir.

Bi îşqalkirina bakurê Kîprosê ya ji aliyê dewleta romî, ji bo mamostetiya nîgarkêşiyê ya dibistana navîn û lîseyê Şevket Arman şandin Kîprosê. Arman di sala 1959'an de vegeriya erka xwe ya Edîrneyê. Di sala 1960'an de ji bo fêrbûna teknîka seramîk bi înîsiyatîfa xwe ve çû Parîsê û li wir salekê ma. Di sala 1961'ê de li koleja Ebqerê ya Navenda Perwerdehî ya Tirkiyê dest bi mamostetiya nîgarkêşiyê kir. Di sala 1962'an de ji aliyê MEB'ê ve dîsa erka xwe stend û ji bo Îzmîrê hate tayînkirin. Li wir wî beşa nîgarkêşiyê û atolyeyên pêwîst avakir û wek serokê beşê bi erka xwe berdewam kir. Di sala 1968'an de ew bi daxwaza xwe derbasî Enstîtuya Perwerdehiyê ya Stembolê bû û li wê derê di beşa nîgarkêşiyê de 10 sal xebitî. Di îlona 1978'an de ameliyateke ziravê (safra) derbas kir û piştî xizmeta 33 salî emekdar bû.

Hunermend Şevket Arman di roja 17'ê adara 1979'an de çû ser dilovaniya xwe.