Here naverokê

Holenda

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Holand hat beralîkirin)
Koninkrijk der Nederlanden
Keyaniya Nederlendayê
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Het Wilhelmus
Zimanên fermî Holendî û frîzî


Paytext Amsterdam
52°22′Bk 04°54′Rh / 52.367°Bk 4.900°Rh / 52.367; 4.900
Sîstema siyasî Monarşî
 - Key
 - Serokwezîr
Willem-Alexander
Mark Rutte
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

41.543 km2
18,41
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

17.016.967 kes
409,6 kes/km2
Serxwebûn 2ê tîrmeha 1581ê
Dirav Ewro (EUR)
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .nl
Koda telefonê +31

Holenda an Nederlenda an jî Welatên Jêrîn, welatek li rojavayê Ewropayê ye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Holenda dikeve ser tixûbên du welatan: li rojhilat Almanya û li başûr jî Belçîka. Li aliyê rojava ve Holenda dikeve ser deryaya Bakur. Rûberê Holendayê 41.526 kilometreyên çargoşe ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Holendayê mêjûyeke dûr û dirêj heye. Ev welat di çerxên 15 ta 18an de welatekî dagirker bû. Holendayê bi dirêjahiya 400 salan welatê Îndonezya (welatekî li başûrê rojhilatê kîşwerê Asyayê) dagir kiribû. Di wê serdemê de Holenda di warê bazirganiyê de yek ji mezintirîn welatan bû. Holendiyan bi keştiyê derbasî Îndonezya dibûn. Rêwîtiya wan bi direjahiya heyvan dikêşa.

Holenda û Belçîka bi yek welat dihatine hejmartin. Lê belê sala 1830an ev yekgirtin hate hilweşandin û Belçîka serxwebûna xwe ragehand. Herwisa Holenda ji aliyê welatê Spanyayê ve bi dirêjahiya 13 salan hatiye dagirkirin. Zêdebarî vî welatî pişikdarî di cenga cîhanê ya duyem de kiriye.

Pergala desthilata Holendayê parlamenî ye. Herwisa welatekî şanşîne (melikî) ye jî. Holenda ji 12 parêzgehan pêk hatiye. Paytextê vî welatî Amsterdam e. Herçende Amsterdam paytext be jî, lê belê Den Haag (Lahay) navenda desthilata Holendayê ye. Herwisa hemî balyozxaneyên cîhanê jî li Den Haagê mewcûd in. Li bajarê Den Haag baregeha Neteweyên Yekbûyî (UN) beşê dad heye.

Demografîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarên girîng ên Holendayê: Rotterdam (bi bendereke mezin navdar e), Utrecht navenda hatin û çûna şemendeferên Holendayê ye. Eindhoven bi bajêrê 5ê yê mezin tête hejmartin.

Zimanê fermî holendî ye. Zêdebarî zaravayê parêzgeheka bakur a bi navê Frîzlenda bi zimanê frîzî dipeyvin.

Holenda yek ji welatên dewlemend tête hejmartin. Li bajarê Rotterdamê bendereke cihanî heye. Bi sedan keştiyên bazirganî rojane têne vê benderê. Herwisa Bendera Rotterdamê yek ji benderên mezin ên cîhanê tête hejmartin. Zêdebarî balafirgeheka navdewletî bi nave Schiphol li Amsterdamê ye. Evê balafirgehê û bendera Rotterdamê helbet kartêkirineke mezin ya heye ji aliyê aboriyê ve. Holenda di warê pişesazî, kişt û kalî û teknolojiyê de jî pêşketiye.

Holenda bi dewlemendiya cureyên gulan navdar e. Ev gul her sal bi bihaye milyonan têne firotin.

Ala Navçe Serbajar Mezintirîn bajar Rûerd
(km²)
Gelhe
(2015)
Berbelavî
(kes/km²)
Drenthe Assen Assen 2.641 488.871 184
Flevoland Lelystad Almere 1.417 403.280 264
Fryslân
Frîzlenda
Leeuwarden Leeuwarden 3.341 646.092 192
Gelderland Arnhem Nijmegen 4.971 2.031.123 398
Groningen Groningen Groningen 2.333 582.649 246
Limburg Maastricht Maastricht 2.150 1.115.805 525
Noord Brabant
Brabanta Bakur
's-Hertogenbosch Eindhoven 4.916 2.495.107 492
Noord Holland
Holendaya Bakur
Haarlem Amsterdam 2.671 2.775.617 978
Overijssel Zwolle Enschede 3.325 1.142.360 336
Utrecht Utrecht Utrecht 1.385 1.268.489 860
Zeeland Middelburg Terneuzen 1.787 381.182 213
Zuid Holland
Holendaya Başûr
Den Haag
Lahay
Rotterdam 2.814 3.607.150 1228

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Regionale Kerncijfers Nederland" (bi holendî). Statistics Netherlands. 2007. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2007.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]