Here naverokê

Ali Çetinkaya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ali Çetinkaya
Image dans Infobox.
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê (d)
-
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Hevwelatî
Perwerde
Turkish Military Academy (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiya siyasî
Şerê tevlêbûyî

Ali Çetinkaya, Kel Ali (jdb. 1878, li Afyonkarahisar - m. 1949, li Stenbol, Tirkiye) leşker, siyasetmedar û giregirekî tirk e.

Di şerê cîhanê yê I de wekî serbazek şer kiriye. Bi damezirandina komara Tirkiyeyê ve wezîrtiya avadanî û carekê jî ya raguhastinê dike. Parlamenterê berê yê meclîsa osmanî û heft caran jî parlamenteriya meclîsa komara Tirkiyeyê ye kiriye.

Dadgeha serxwebûnê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herçendî perwerdeya dadê neditiye jî, Mustafa Kemal Atatürk wî dike serokê Dadgeha serxwebûnê. Di gelek darizandinan de peywirdarî dike. Li gel gelekan, cezayê dardekirina İskilipli Mehmed Âtıf Hoca jî dide.

Sala 1878ê li Afyonkarahisarê tê jiyanê. Bavê wî hesinker Ahmet Efendi, dê jî Fatma Hanım e. Bavê xwe zaroktiyê winda dike. Dibistana amadeyî ya Prûsayê (Bursa) bidawî dike. 1898, dest bi perwerdeya leşkerî li dibistana şer (Harp Okulu) dike. Tevlî rêxistina neteweperwer Komeleya yekîtî û pêşketinê (İttihat ve Terakki Cemiyeti) dibe.

Bi Atatürk re dibe heval. Payeya serdariyê, paşê jî serhengiyê werdigire, li gelek eniyan bo osmaniyan şer dike. Sala 1919 dibe parlamenterê meclîsa osmaniyan. Bi têkçûna dewleta Osmanî ve, li cem Atatürk tevlî derkirina yewnanên herêma Egeyê, valakirina gundên wan dibe. Atatürk û hevalên xwe dixwazin di axa di dest de maye, di Anatoliyayê de dewleteke tirk ava bikin. Navê wî dane gelek cihan.

Piştî serhildana Şêx Seîd, di serokatiya Dadgeha serxwebûnê ya ya Enqereyê de cih digire. Sê endamê vê dadgehê hebûn û navê hersêya jî Elî bû. Ji ber wê jê re "Sê Elî" digotin. Eliyên din Kılıç Ali û Necip Ali ne.