Mirovnasî

Mirovnasî yan jî antropolojî (ji yewnanî: ἄνθρωπος, ánthropos: mirov; -λογία logía yan logos: zanist) zanista mirovan e. Antropolojî li ser çêbûn, pêşketin û qanûnên guhertinê yên fizîkî yên çandên mirovan û nijadên mirovan lêkolînan dike. Di navbera xwe de bi du beşan tê veqetandin.
Mirovnasiya civakî (an jî mirovnasiya çandî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Beşeke ji zanista civakî ye ko bi metodên xwe yên nîjadnasiyî, nîjadî, zimannasiyî, civakî û psîkolojîk lêkolînan li ser çandê dike. Di dîroka mirovnasiyê de, mirovnasên hêja û pêşeng Franz Boas, Bronislaw Malinowski, Claude Levî-Strauss, Alfred Kroeber, Margaret Mead, Edward Evan Evans-Pritchard, Fredrik Barth û yên dîtir in.
Pirsên mirovnasiya civakî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Her wiha pirsên mirovnasiyê yên sereke ev in:
- Çand û civakên biyan çima dirûvin hev?
- Çand û civakên biyan çima nadirûvin hev?
- Çand û civak çawa û çima diguherin?
Lêkolînên mirovnasiyî li ser kurdan n[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di mirovnasiyê de lêkolînên girîng ên ko li ser kurdan çêbûne ev in:
- Agha, Shaikh and State (1992) (wergera bi zimanê tirkî Ağa, Şeyh ve Devlet, İletişim Yayınları), Martin van Bruinessen
- Principles of Social Organization in Southern Kurdistan (1953) (Kürdistan’da Toplumsal Örgütlenmenin İlkeleri, Avesta Yayınları), Fredrik Barth
- Doğuda Değişim ve Yapısal Sorunlar (1969), Doğan Yayınevi, İsmail Beşikçi
- Kürtlerde Aşiret Ve Akrabalık İlişkileri, İletişim Yayınları, Lale Yalçın-Heckmann
- Rewanduz Kürtleri Toplumsal ve İktisadi Örgütlenme, Aram Yayınları, Edmund Leach
Binebeşên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Mirovnasiya destmalî (derdorî)
- Mirovnasiya perwerdeyî
- Mirovnasiya aborî
- Mirovnasiya hiqûqî
- Mirovnasiya şaristaniyî
- Mirovnasiya derûnî
- Mirovnasiya siyasî
- Mirovnasiya çandinî
- Mirovnasiya zimannasiyî
Mirovnasiya biyolojîk (an jî mirovnasiya fizîkî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Beşeke zanistê ye, ya ku lêkolîna li ser peresana biyolojîk û irsîtî, lihevkirin û guheran, şêwezaniya prîmatan û peresana mirovan û tomarkirina fosîlan dike. Di sedsala nozdehan de avabûye. Tê pejirandin ku avakerê vê beşê Paul Broca ye.
Binebeşên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |