Armîta Gerawen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Armîta Gerawen
Jidayikbûn2ê nîsana 2006an
Mirin22ê çiriya pêşîn a 2023an
Tehran (17 salî)
Sedema mirinêXwînrêjiya mêjî(Mêrkujî (disputed), qezaya ku mirin tê de (disputed))
EsilKurd
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PerwerdeKonservatuar (xwendegeha muzîkê)
Pîşe
  • Martial artist li ser wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Bahman Geravand Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Shahin Ahmadi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Armîta Gerawen (jdb. 2 nîsan 2006, li Kirmaşan — m. 28 çiriya pêşîn 2023, li Tehranê), keçeke kurd[1][2] a 17 salî bû ku li gorî şahidên bûyerê di 1ê çiriya pêşîn a sala 2023an de li metroya Tehranê rastî êrîşên polîsên Îranê hatiye. Di hundirê mêtroyê de çi diqewime nayê zanîn lê li gorî îdîayan di dema aloziya di navbera wê û polîsên exlaqê ya Îranê de serê wê li metalek hişk dikeve û ji ser hişê xwe diçe. Piştre ji aliyê hevalên wê ve ji nav metroyê tê derxistin û wê radikin nexweşxaneyê. Armîta Gerawen ji ber birînên ku di mêjiyê wê de çêdibin 20 roj di komayê de dimîne.[3] Piştî 20 rojan ku li beşa lênihêrîna giran a nexweşxaneya artêşê de hatiye dermankirin, di 22ê cotmeha sala 2023an de mirina mêjiyê ya wê tê ragihandin.[4][5] Mirina Armîta Gerawen bi kuştina Jîna Emînî re hatiye berawirdkirin û ji aliyê wezîra derveyê ya Almanyayê Annalena Baerbock ve wekê bûyereke “bêtehemûl” hate binavkirin.[3][6]

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1ê çiriya pêşîn a sala 2023an de, Armîta Gerawen a 17 salî û bi du hevalên xwe re diçin metroya Tehranê.[3] Piştre vîdeoyên ku ji aliyê kamereyên ewlehiyê ya rawestgeha metroya Tehranê tê girtin dide nîşan ku çend jinên sergirtî bi Armîta Gerawen û hevalên wê re siwarê metroyê dibin. Di heman vîdeoyê de piştî demek kurt hevalên Armîta wê bi awayekî bê hiş ji trênê derdixin.[7][8]

Li gor rêxistina mafên mirovan Hengawê ku navenda rêxistinê li Norwêcê ye û kesên bûne şahidê bûyerê ragihandiye, Gerawen ji ber ku serê xwe negirtiye, rastî êrîşa polîsên Îranê hatiye û di dema aloziyek demkurt de serê wê li metalek tirênê dikeve û ji ser hişê xwe diçe.[9] Ji ber ku vîdeoyên aloziya di nav vagonên metroyê de tineye nayê zanîn ka serê wê çawa li metalên vagonê ketiye. Piştî vê bûyerê bi "birînên giran ên mêjî" wê radikin nexweşxaneyê.[6]

Vexuyanên kamerayên rawestegehê dide nîşan ku piştî demek kurt Armîta Gerawen û hevalên wê siwarê metroyê dibin, ji hêla hevalên wê ve bi awayekî bêhiş ji trênê tê derxistin.[6] Medyaya dewleta Îranê dîmenê bûyerê parve dike lê bûyerên di hundirê wesayîta trênê de ku Gerawen çawa dikeve yan jî çi li serê wê dikeve nîşan nade.[10] Ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hatiye îspat kiriye ku dîmenên bûyere hatiye qutkirin û ji vexuyanên vîdeoyê sê deqe û 16 saniye ji vîdeoyê hatiye derxistin.[11]

Nexweşxaneya ku Gerawen rakirine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçkirin û tê gotin ku li nexweşxaneyê hêzên ewlekariyê gef li malbat û hevalên wê xwarine.[12][13] Rojnamevanê ku dixwaze li ser rewşa Gerawen lêkolîn bike ji bo demeke kurt ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê desteserkirin.[13]

Mirina Armîta Gerawen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 22ê çiriya pêşîn de, medyaya dewletê ya Îranê radigihîne ku mirina mejiyê ya Gerawen pêk hatiye.[14] Di 28ê cotmehê de, ji aliyê rayedarên Îranê ve mirî hat ragihandin.[15]

Veşartîna wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cinazeyê Armîta Gerawen ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye desteserkirin destûr nehat dayîn ku malbata wê cinazeyê keça bibin Kirmanşanê veşêrin.[16][17] Gerawen bi zorê rayedarên dewleta Îranê li qebristana Beheştî Zera ya Tehranê hate veşartin.[17]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Duvar, Gazete (2023). "İran medyası: Armita Geravand'ın beyin ölümü gerçekleşti" (bi tirkî). Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ "Mirina Armîta Geravand". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2023.
  3. ^ a b c Willinger, Katharina. "Mädchen im Iran im Koma: Ein neuer Fall Amini?". tagesschau.de (bi almanî). Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2023.
  4. ^ "An Iranian girl is hospitalized, fueling new outrage". NBC News (bi îngilîzî). 5 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2023.
  5. ^ "Iranian teenager Armita Geravand is 'brain dead': state media". Reuters (bi îngilîzî). 22 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2023.
  6. ^ a b c "An Iranian girl is hospitalized, fueling new outrage". NBC News (bi îngilîzî). 5 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2023.
  7. ^ Karadsheh, Mostafa Salem,Teele Rebane,Sahar Akbarzai,Jomana (4 çiriya pêşîn 2023). "Iranian activists accuse morality police of assault after teenage girl hospitalized". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  8. ^ Fassihi, Farnaz (5 çiriya pêşîn 2023). "With Iranian Girl in Coma, Suspicion Falls on Government". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2023.
  9. ^ "Iran: Teen Armita Geravand 'brain dead' after hijab incident – DW – 10/22/2023". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2023.
  10. ^ Fassihi, Farnaz (5 çiriya pêşîn 2023). "With Iranian Girl in Coma, Suspicion Falls on Government". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.
  11. ^ Homes, Hilary (6 çiriya pêşîn 2023). "Armita Garawand: Independent investigation into schoolgirl's critical injuries needed amid mounting evidence of a cover up in Iran". Amnesty International Canada (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.
  12. ^ "Rights group says mother of Armita Geravand arrested in Iran - X platform". Reuters (bi îngilîzî). 5 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.
  13. ^ a b Fassihi, Farnaz (5 çiriya pêşîn 2023). "With Iranian Girl in Coma, Suspicion Falls on Government". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.
  14. ^ "Iranian teenager Armita Geravand is 'brain dead': state media". Reuters (bi îngilîzî). 22 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.
  15. ^ "Iranian teenager Armita Geravand dies after alleged confrontation, IRNA reports". Reuters (bi îngilîzî). 28 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.
  16. ^ Duvar, Gazete (29 çiriya pêşîn 2023). "Ahlak polisinin darp ettiği Armîta'nın cenazesine yasak" (bi tirkî). Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.
  17. ^ a b "Polîsên Îranê li Kirmaşanê nehiştin cenazeyê keça Kurd Armîta Gerawend bê definkirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2023.