Bêwar Diyadînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Bêwar Diyadînî
Jidayikbûn15ê çiriya pêşîn a 1947an (76 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bêwar Diyadînî (navê wî yê fermî: Mehmet Kemal Işık) nivîskarê kurd e.

Ew di sala 1947an de li Diyadîna Agiriyê hatiye dinyayê. Di temenê xwe yê biçûk de bavê xwe wenda dike û ji aliyê bamariyî ve tê mezinkirin. Bamariyê wî wî dişîne dibistanê. Li Wanê dixwîne û dibe mamosteyê polê.

Di dema 12 îlonê de tê sirgunkirin. Di 16ê adara 1981ê de ji aliyê cuntayê ve tê girtin. Piştî wê wî sirgunê Qonyeyê dikin. Di 10ê çiriya paşîn a 1982yan de cara diduyan tê girtin. Ew li bajarên wekî Qonye, Dîlok, Semsûrê mamostetiyê dike. Di sala 1997an de malnisîn bû.

Piştî malnişîniyê dakete nav qada siyasete, bû endamê HADEPê. Şûn da dîsa vegeriya mamostetiyê û di sala 2004an da dîsa malnişîn bû. Ew zewiciye û bavê 5 keç û 2 lawan e. Xebatên wî yên berhevkariyê yên bi kurdî û lêkolînên wî yên bi tirkî hene. Nivîs û helbest û gotarên wî di rojnameya Azadiya Welat, Kovara W û hwd de weşiyane.

Di sala 1998an de ji aliyê polîsan va li Fatîha Stembolê hat girtin. Dest dan ser berhemên wî. Lê wî xebatên xwe berdewam kir. Heta niha du berhemên wî çap bûne.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]