Bergiriya derdanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bergiriya derdanî an jî bersîvdana bergiriya derdanî (bi îngilîzî: humoral immunity [1]). Navbera şane û xaneyan bi şileyê tijî ye. Piraniya bakteriyên ku dibin sedama nexweşiyê li derveyî xaneyên laş de, di navbera valahiya şaneyan de, di nav xwînê de an ji di nav şileya lîmfê de dabeş dibin. Herwisa heke hokara nexweşiyê bikeve nav xaneya laş û li wir xwe zêde bike jî, îcar ji bo belavbûna nav xaneyên din, divê ji xaneya tûşbûyî derkeve, ji şileya navbera şaneyan derbas be û bikeve nav xaneyek nû. Ango hokarên nexweşiyê hertim bi şileya nav şaneyan ve di nav tekiliyê de ne. Bergiriya taybet a derdanî jî li gel xwîn û şileya lîmfê, di nav vî şileyê de rû dide[2]. Di nav laşê mirov de bergiriya xaneyî ya xaneyên T û bergiriya derdanî ya xaneyên B, wekî temamkerên hevdu, bergiriya taybet dabîn dikin. Ango di nav herdu cure bergiryê de danûstandin heye. Dema nexweşiyê de, herdu bergirî bi hevdu re dixebitin[3]. Bergiriya derdanî bi navbeynkariya dijetenan tê rêkxistin. Dijeten jî ji aliyê xaneyên B yê ve tên berhemkirin û derdan. Ji boy destpêkirina bergiriya derdanî, gava bingehîn, çalakbûna xaneya B ye. Xaneyên B bi du rêbazan çalak dibe. Limfexaneya B, an bi tena serê xwe ango bi serbixwe çalak dibe, an jî bi navbeynkariya xaneya T alîkar çalak dibe.

Çalakbûna xaneya B ya negirêdayî xaneya T[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çalakbûna serbixwe ya xaneya B, bê alîkariaya xaneya T pêk tê

Çalakbûna serbixwe ya xaneya B, (bi îngilîzî: T cell-independent activation of B cells) bê alîkariaya xaneya T pêk tê. Li ser rûyê parzûna xaneya B yê de hin wergir hene, wergirên xaneya B, dijepeydakerên ji polîsakakrîd û lîpopolîsakkarîdê çêbûyî dinasin. Loma xaneya B raste rast xwe bi hokara nexweşiyê ve girê dide[4]. Piştê girêdanê, xaneya B çalak dibe û dest bi dabeşbûnê dike. Bi dabeşbûna xaneyên B yê, xaneyên nû çêdibin, xaneyên nû dibin xaneyên plazma (plazmaxane). Plazmaxane dijeten berhem dikin û der didin[5]. Bi guherîna Xaneyên B, wergirên li ser rûyê xaneyên B yê jî winda dibin. Dijetenên ku ji aliyê plazmaxaneyan ve tê derdan bi wergirên xaneya B yê ve bi heman şêweyê ne. Dijeten êrîşê dijepeydaker dikin. Bi rêbaza nêtarkirin û qûsîna hokarên nexweşiyê an jî handerkirina hellûşînê û sîstema temakerê, li dij hokarên nexweşiyê berevaniya laş dikin. Çalakbûna xaneya B ya negirêdayî xaneya T, ji bo demek kurt e. Herwisa, bi çalakbûna serbixwe ya xaneyên B, tenê plazmaxane tên dirûstkirin, xaneyên B bîrker nayên çêkirin. Ev rewş, rê li ber bergiriya bersivdana duyemî digire.[4][5] . Bergiriya li dij gellek bakteriyan bi çalakbûna serbixwe rû dide[4] .

Çalakbûna xaneya B ya girêdayî xaneya T[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çalakbûna xaneya B ya bi alîkariaya xaneya T

Bi gelemperî xaneya B ne bi tena serê xwe, lê bi navbeynkariya xaneya T alîkar, çalak dibe û bergiriya derdanî dabîn dike(bi îngilîzî: T cell-dependent activation of B cells). Gava hokara nexweşiyê dikeve nav laş, xaneya hellûşênera gewre hin ji van hokaran bi hellûşînê têkdişkîne. Hin ji pirtikên(perçeyên) hokara nexweşiyê li ser rûyê parzûna xaneya hellûşênera gewre de tên cihkirin. Ev pirtikên li ser rûyê xaneyê, wekî molekulên diyarkirina dijepeydaker tê bi navkirin. Herwîsa, bi vî awayê hellûşênera gewre jî dibe xaneya diyarkera dijepeydaker. Xaneya hellûşênera gewre sîtokîn (înterlêkîn) der dide. Lîmfexaneya T alîkar ji hebûna dijepeydkerê agahdar dibe û xwe bi xaneya tûşbûyî (hellûşênera gewre) ve girê dide. Bi vî awayê xaneya T alîkar çalak dibe û bi dabeşbûnê hê pirtir ji heman xaneya T alîkar çêdike. Xaneya B bi alîkariya wergirên xwe, bakteriyê bi xwe ve girê dide û hin pirtikên dijepeydakerê li ser molekulên MHC II yên li ser rûyê xwe de cih dike[5]. Xaneya T alîkar a çalakbûyî xwe bi xaneya B yê ve girê dide. Xaneya T alîkar sîtokîn der dide. Girêdana xaneya T alîkar û derdana sîtokînê, xaneya B yê çalak dike. Xaneya B ya çalakbûyî dest bi dabeşbûnê dike û hê pirtir ji xaneyên mîna xwe çêdike. Piraniya xaneyên nû diguherin û dibin plazmaxane. Plazmaxane dijeten berhem dike û der dide. Ji ber ku dijeten ji hokara nexweşiyê re taybet e, li dij hokara nexweşiyê bergiriya derdanî dabîn dike. Hinek ji xaneyên B yê jî dibin xaneyên bîrker[5]. Xaneyên bîrker (xaneyên B yên bîrker) piştî tunekirina dijepeydakeran û saxbûnê, ji boy demek dûr û dirêj di nav laş de dijîn û hêdî bi hêdî dijeten der didin. Heke heman cure dijepeydaker cara duyem tûşî laş bibe, vê gavê xaneyên bîrker bersîvdana bergiriya duyemî dabîn dikin. Ji ber hebûna lîmfexaneyên B yên bîrker, bersîvdana bergiriya duyemî leztir û hêztir dibe[3]. Ji boy rêbaza çalakiya dijetenan, berê xwe bide gotara bingehîn a dijetenan.

 Gotara bingehîn: Dijeten

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rittner, D., & McCabe, T. L. (2004).Encyclopedia of biology. New York, NY: Facts On File.ISBN 0-8160-4859-2
  2. ^ Janeway CA Jr, Travers P, Walport M, et al. Immunobiology: The Immune System in Health and Disease. 5th edition. New York: Garland Science; 2001. Chapter 9, The Humoral Immune Response.Available from: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK10752/
  3. ^ a b Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  4. ^ a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. ^ a b c d OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology]