Bergiriya xaneyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bergiriya xaneyî an jî bersîvdana bergiriya xaneyî (bi îngilîzî: cell-mediated immune response) corekî ji bergiriya taybet e.

Bergiriya xaneyî ji aliyê xaneyên T ve tê dabînkirin. Bergiriya derdanî jî cora din a bergiriya taybet e û ji aliyê xaneyên B-yê ve tê dabînkirin. Heke hokara nexweşiyê ji berevaniya bergiriya giştî û berevaniya dijetenan bifilite û xwe bigihîne nav xwînê, nav lîmfêgirêyan, nav şaneyan an jî nav xaneyan, wê gavê bi berevaniya xaneyên T-yê ve rû bi rû dimîne. Berevajiyê xaneyên B, xaneyên T rasterast ji hebûna hokara nexweşiyê agahdar nabin. Xaneyên T, bi navbeynkariya xaneyên dendridî û hellûşênera gewre ji hebûna hokara nexweşiyê agahdar dibin û çalak dibin[1] . Herwisa xaneyên T ji bo bergiriya derdanî, xaneyên B-yê jî çalak dikin. Ji ber ko dijeten di nav xwînê, lîmfê û navbera xane û şaneyan de digere lê nakeve nav xaneyan, bergiriya derdanî ya bi dijetenan, nikare li dij hokara nexweşiya di nav xaneyên laş de berevanî dabîn bike. Taybetiya bersîvdana bergiriya xaneyî eve ku, xaneyên T ne tenê ji bo hokarên nexweşîyên di nav xwînê an jî di nav lîmfê berevanî dikin. Heke hokara nexweşiyê ketibe nav xaneyên laş, wê gavê xaneyên T ,xaneyên tûşbûyî yên laş jî têkdişkîne, bi vî awayê rê li ber zêdebûn û belavbûna hokarên nexweşiyê tê girtin.

Bandora bergiriya xaneyî, bi taybetî li dij hokarên nexweşî yên wekî, vîrus, qarçik (fungus) û hin corên bakteri yên di nav xaneya mêvandar de dijîn de hê zêdetir e.[2] Xaneya T alîkar, xaneya T jehravî, xaneya T rawestîner û xaneya T bîrker ji bo bergiriya xaneyî xebat dikin[1].

Rêbaza çalakbûna bergiriya xaneyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heke hokara nexweşiyê bikeve nav laş, xaneyên dendrîdî û xaneyên hellûşênera gewre ji hebûna wî agahdar dibin. Bi taybetî hellûşênera gewre, bi wergirên ser rûyê xwe hokara nexweşiyê dinase. Heke hellûşênera gewre rastê hokara nexweşiyê were, bi hellûşînê hokara nexweşiyê dadiqurtîne û di nav xaneya xwe de diherisîne. Hin ji pirtikên hokara nexweşiyê jî li ser parzûna xaneya xwe de cih dike.[3] Bi vî awayê xaneya hellûşênera gewre dibe xaneya diyarkirina dijepeydaker (bi îngilîzî: antigen presenting cell).

Li ser rûyê xaneyên T-yê de hin wergirên ji bo dijepeydaker hene. Xaneya T bi navbeynkariya wergirên xwe ji xaneya diyarkirina dijepeydaker ve agahdar dibe û xwe pê ve girê dide. Ji xeynî xirokên sor, li ser rûyê hemû xaneyan de molekulek glîkoproteînî ya bi navê MHC (bi îngilîzî: major histocompatibility complex (MHC)) heye.[4] Kujerexaneya sirûştî bi hebûna molekula MHC xaneyên sax ên laş dinase û êrîşê wan nake. Molekula MHC du cor e, MHC I û MHC II .[5] Hemû xaneyên binavik, li ser parzûna xaneya xwe de molekula MHC I diyar dikin. Xaneyên dendrîdî û xaneyên hellûşênera gewere, li gel molekula MHC I ê, molekula MHC II jî li ser parzûna xwe diyar dikin. Heke xaneyek tûşî hokara nexweşiyê bibe an jî xaneyên hellûşêner xokara nexweşiyê qût bidin, hin pirtikên hokara nexweşiyê wekî dijepeydaker li ser molekula MHC de cih dikin û ji bo lîmfexaneyan didin diyarkirin. Xaneya T alîkar jî bi navbeynkariya xaneyên diyarkirina dijepeydaker ve tê çalakkirin. Ne hemû xane, lê xaneyên B, xaneyên dendrîdî û hellûşênera gewre dikarin xaneyên T alîkar û T rawestîner çalak bikin[5]. Loma evan xaneyan wekî xaneya diyarkirina dijepeydaker(XDD) bi nav dibin. Xaneyên T jehravî li gel xaneyên diyarkirina dijepeydaker, ji aliyê xaneyên tûşbûyî jî tê çalakkirin.

Çalakbûna xaneya T alîkar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gavên çalakbûna xaneya T alîkar

Li ser rûyê xaneya T alîkar de ji bilî wergirên xaneya T, wergirek duyem jî heye. Ev wergir wekî CD4 tê navkirin. CD4 (bi înglîzi, CD: cluster of differentiation) li gel wergira xanaya T, wekî wergira alîkar ji bo girêdana xaneya T alîkar û xaneya diyarkirina dijepeydaker kar dike. Xaneya T alîkar tenê dikare ji aliyê xaneya diyarkirina dijepeydaker (XDD) ve were çalakkirin.[6] Wergira xaneya T-yê dijepeydakera li ser molekula MHC II yê dinase ev kar ji bo çalakbûna xaneya T alîkar, gava yekem e. Paşê, CD4 a li ser xaneya T alîkar xwe bi molekula MHC II yê ve girê dide[5]. Bi vî awayê wergira xaneya T alîkar bi dijepeydakera ser molekula MHC yê ve tên girêdan. Wekî gava sêyemîn, XDD û Xaneya T alîkar sîtokîn der didin. Derdana sîtokînan, xaneyên T alîkar çalak dike. Piştî çalakbûnê, xaneya T alîkar dest bi dabeşbûna mîtozî dike, komek xaneyên mîna xwe çêdike. Xaneyên nû çebûyî wekî xaneyên T yên neçalak bi nav dibin. Ev xaneyên neçalak li gor derdana cora sîtokînên XDD yê digûherin. Xaneyen T alîkar-1, xaneyên T alîkar-2 û xaneyên T bîrker ji van xaneyan çêdibin[6]. Xaneyên T alîkar-1 bi derdana sîtokînên xwe, xaneyên din ên bergiriya giştî û bergiriya taybet han dike. Wekî mînak, xaneyên T jehravî han dike koxaneyên tûşbûyî bikuje an jî hin xaneyên bîrker ên T jehravî dirûst bike. Herwisa xaneyên hellûşênera gewre û nêtrofîlan han dike koli hember bakteriyên navxaneyî hê pirtir çalak bibin[6].Xaneyên T alîkar-2 bi derdana sîtokînan xaneyên B çalak dike bi vî awayê alîkariya bersivdana bergiriya derdanî dike. Herwiha bi derdana sîtokînan bandor li ser xaneyên B dike ko dijetenên corbicor berhem bike û der bide. Temenê xaneyên T alîkar-1 û -2 kin e. Lê xaneyên bîrker yên T alîkar ji bo demek dirêj di laş de dimîne[3], heke heman hokara nexweşiyê cara duyemîn bikeve nav laş, li dij wî bi awayekî zû û bihêz bergiriya bersîvdana duyemîn ava dike[6].

Çalakbûna xaneya T jehravî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gavên çalakbûna xaneya T jehravî

Xaneyên T jehravî jî mîna xaneyên T alîkar bi sê gavan çalak dibe. Gava pêşîn naskirina dijepeydakera li ser MHC yê, lê ev car ne MHC II lê MHC I armanc e. Gava duyemîn girêdana molekula CD8 (ne CD4) bi molekula MHC II yê[6]. Gava dawîn jî derdana sîtokînan e. Sîtokînên ji aliyê xaneya diyarkirina dijepeydaker û xaneya T jehravî ve tên derdan. Derdana van sîtokînan le ser herdu cor xaneyan jî bandor dike. Ji ber derdana sîtokînan, xaneyên T jehravî çalak dibe ko dabeş bibe û biguhere[2]. Xaneyên T jehravî yên çalak bûyî diguherin, piraniya wan dibin xaneyên T jehravî yên bandordar û hokarên nexweşiyê dikin armanc. Hinek ji xaneyên T jehravî yên çalak jî dibin xaneyên bîrker. Xaneyên bîrker di pêşerojê de ji bo heman dijepeydakerê bersivdana bergiriya duyemîn dabîn dike. Xaneya T jehravî madeyek proteînî ya bi navê perforîn ber dide ser xaneya diyarkirina dijepeydaker[2]. Perforîn parzûna xaneyê kun dike[7]. Herwisa xaneya T jehravî granzîm jî der dide, granzîm ji kuna parzûna xaneyê derbasê nav sîtoplazmayê dibe. Çalakiya perforîn û granzîm dibe sedema destpêkirina apoptosîsê. Apoptosîs mîkanîzimaya xwe kujtina xaneyê ye. Ev kujtin bi awayek kontrolî rû dide, xane gav bi gav ber bi mirinê diçe lê tu ziyan nade xaneyên derdorên xwe[6]. Herwisa xaneyên T jehravî li dij xaneyên bi nexweşiya şêrpence ketine jî tekoşîn dikin û wan dikujin[3][7] .

Xaneyên T rawestîner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştê têkşikestina hokarên nexweşiyê, xaneyên T rawestîner bi derdana sîtokînan çalakbûna xaneyên T radiwestîne[3].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  2. ^ a b c Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  3. ^ a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. ^ SCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6
  5. ^ a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  6. ^ a b c d e f OpenStax, Microbiology, openstax, 2016
  7. ^ a b Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.