Bilaliya

(Ji Bilalya hat beralîkirin)

Bilalî, Bilaliya (bi tirkî: Alımlı) gundekî bi ser bajarê Mêrdînê ve ye.

Li dûv mezinbûna bajarê Mêrdînê, gundên herêmê wekî taxan tên tomarkirin û navê gundê Bilalî bû "taxa Bilalî". Gund 5 km dûrî navenda Mêrdînê ye. Bi sedan sal e ku bi suryaniyan re jî cîrantî kirine jixwe dema ku mirov ji navenda Mêrdînê ber bi gundê Bilalî ve bi rê dikeve pêwîst e mirov ji ber Dêra Zehferan jî derbas bibe.

Şêniyên gund malên xwe ji kevirên heremê lêkirine. Di her malekê de hêwanekê heye û li gorî hejmara malbatan mezinbûna malan jî tên guhertin û taybetmendiya wan a sereke jî dema zivistanê hundirê malê germ e, dema hevînê jî hundurê malê hênik e.

Pîrozbahiya Bilalî (dema Cehzera)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev pîrozbahî li navenda Mêrdînê pir navdar e, bi piraniya wan şêniyên gund ve û bi şêniyên gund ên derdorê ve têne li dar xistin. Dema pîrozbahiyê jî hefteya ewil a gulanê ye. Dema Cehzera jî tên ravekirin, dema pîrozbahiyê gelek kes ji Mêrdîn û gundên derdora wê jî tên Bilalî û ji xwe re kêfî çêdikin. Ev pîrozbahî di Mezopotamyayê de ev heşt hezar salan e didome û destpêka serdem a çandinê hatiye pejirandin. Di vê erdnigariyê de her kes dicîvin û di bêndera gund de dema Cehzera ango dema çinînê pîroz dikin û qurbanan serjêdikin û xwarinên xwe li gel hev dixwin û dawiyê def, zirne û ribabê lêdixin û bi dengê ribabê ve şêniyên gund radibin dîlana mêrdînkî a ribabê dilîzin û dengbêj derdikeve ser dikê û dengbêjan distrê û wilo pîrozbahiya xwe ya qedîm pîroz dikin. Şêniyên gund dû xwarin û govendê, derdikevin li ser girê Bilalî Hebeş da ku ji bo tenduristiyê, ji bo pêşerojê û ji bo hêviyên xwe dua û şikir dikin ji Xwedayê pîroz re. Zarokên gund bafirokên xwe tînin û bafirokên xwe difirînin û gelek lîstikên kevnar û çandî dilîzin.

Dîroka navê gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê gund bi hin çîrokên ku şêniyên gund ve têne qalkirin dixuye navê gund ji Bilalê Hebeşî ye. Di çîrokê de dibêjin Bilalê Hebeşî, dema di Rojhilat Navîn de digere, hatiye gund û li ser girê beranberî gund bi alîkariya şêniyên gund ve ji xwe re malekê lêdike û tên gotin ku Bilalê Hebeşî azana sibehê berbanga sibehê li gund bang kiriye û loma jî navê gund bûye Bilalî[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]