Buxarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Buxarî
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Al Bukhari Memorial (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
محمد بن إسماعيل البخاريLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Sernavê rûmetî
Pîşe
Bav
Ismail ibn Ibrahim (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Ilmê hadîsê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwendekarê
Îmam Ahmed b. Hanbel, Ishaq Ibn Rahwayh (en), Yahya ibn Ma'in (en), Ali ibn al-Madini (en), Al-Darimi (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
Sehîhî Buxarî, al-Adab al-mufrad (d), al-Tārīkh al-kabīr (d), Q19492250, Q19455078Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Wêneyê goristanê

Ebû Ebdullah Muhemmed ibn Îsmaîl Elcûfî Elbuxarî an bi navê kurtî Buxarî 21ê Temûza sala 810an wek neviyê farisekî ji Buxarayê hate dinê. Hîn yanzdeh salî bû dest bi xwendina zanistiya hedîsan kir û şanzdeh salî çû Mekeyê û Medîneyê heca xwe kir. Li wê derê li zanistên herî bi nav û deng yên hedîsan guhdarî kir. Paşê çû Misirê û şanzdeh salan li Asyayê geriya, ji van şanzdeh salan pênc li Besrayê borandin. Ew vegeriya axa bav û kalê xwe û li wir 31ê tebaxa sala 870î mir. Ew bi pirtûka xwe ya hedîsan bi navê Camî us-sehîh bi nav û deng bûye. Di vê pirtûkê de wî ji hezaran hedîsên ku di dema gera xwe da naskiribûn tenê yên ku rastiya wan li gor îsnadê isbatbûyî bûn kom kirin. Ango eger ev hedîs li gor rêza kesên gotî bigihişta heta dema Muhemmed pêxember, wî hingî ev hedîs wekî rast dipejirand û kom dikir. Ev berhem yek ji şeş pirtûkên hedîsan e ku ji aliyê Îslam a sunnî tên pejirandin.

Berhemên Buxarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Et tarix el Kebir (Sixir tê gotin)
  • Es Sulasiyat
  • El Edeb el Mufred (Hedîsên li ser exlaq tê de hene)
  • Xelqu-u Ef'ali'l îbad
  • Raf'ul-Yedeyn fi's-Salah
  • Kîtabu Duafaus-Sagîr
  • Kîtabu'l Kuna
  • Kîtabu'l-Kiraati Halfe'l-imam
  • Halku'l-Ef'ali'l-ibâd ve'r-Redd Ale'l Cehmiyye
  • El-Akîde yahut et-Tevhîd
  • Abaru's Sifat

Jêder[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Jockel, Rudolf (Hrsg.); Islamische Geisteswelt: Von Mohammed bis zur Gegenwart, München 1981
  • Encyclopedia of Islam; I, 816-817: Al-Bukharî (C. Brockelmann)