Ziya Gökalp

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ziya Gökalp
Image dans Infobox.
Ziya Gökalp
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Çemberlitaş (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Stembolê
Veterinary education (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Karder
Zanîngeha Stembolê, Dar ul-Funun (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Bandorbar
Tirkperestî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
Türkçülüğün Esasları (d), Altın Işık (d), Muasırlaşmak (d), Kızıl Elma (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Ziya Gökalp, bi navê xwe yê dirêj Mehmet Ziya (jdb. 23ê adara 1876an li Amedê, m. 25ê çiriya pêşîn a 1924an li Stenbolê), damezrênerê ramyariya neteweyî ya Tirk, întelektûelê dawiya Osmanî û destpêka damezrandina Komara Tirkiyê de ye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê wî li Amedê di rojnameyekî herêmî de wekî karmend dixebitî. Di sala 1895î de diçe Stenbolê. Di ciwaniya xwe de fikrên wî yên Kurdewariyê hene ku ew di pirtûkên xwe de jî ravedike. Li Stenbolê dest bi karê Kurdewariyê dike û bi rewşenbîrên Kurd re têkiliyan datîne. Hevnasîna wî bi endamekê Jön Türk re, jiyana wê diguherîne û wî dixe tevlîheviyan. Di nava ramanên Kurdewarî û Tirkewarî de diçe û tê. Heya bigire xwekuştinê jî diceribîne. Biryara xwe dide û dikeve nafa refên İttihat ve Terakki Cemiyeti û dest bi afirandina îdeolojiya Tûrkîzm (Turancilik) dike.

Di sala 1898î de ji ber çalakiyên li dijî rewşenbîrên Balkanan tê girtin û salekê li girtîgehê dimîne. Sala 1900î de wî dûrdixînin Amedê. Heya sala 1908î karmendiyê dike. Li Amedê bi navê Peyman rojnameyekê dertîne û di nava eşîrên Kurdan de dest bi xebata birêxistina "bêwatexsitina fikrên Kurdewariyê" dike. Rêxistina wî İttihat ve Terakki Cemiyeti wî wekî berpirsiyarê Kurdistanê destnîşan dike. Bi navê "Türk ocağı - Hozên Tirk" li bajarên Kurdistanê komeleyan dadimezirîne û propagandaya Tûrkîzmê dike. Destdide ser hemî dokûmanterên Osmaniyan li Amedê û dokûmentên behs û pesna Kurdan dide winda dike. Wekî kadro yan tîmên taybetî bingeha pişavtina Kurdan dimeşîne. Bi alîkariya Atatürk li Enqereyê di zanîngehan dersê dide û bingeha gelek komele, kovar û rojnameyên înkara neteweyan dikin û pesnê Tûrkîzmê didin diavêje.

Goristana Ziya Gokalp, li Stenbolê

Neteweya çêkirî, stûyê xar ê Gökalp û gola xwînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wî biryar dabû ku li ser navê "Tirk" neteweyek bête çêkirin û hemî yên din werin înkarkirin. Atatürk bi lez du sazî avakir; Saziya dîroka Tirk û Saziya zimanê tirkî. Li seranserê Tirkiyê ji jor bere jêr, dest bi karê "çêkirina neteweya Tirk" hate kirin. Bi damezrandina Komara Tirkiyê ve nêrînên Gökalp dibin nêrînên fermî yên dewletê û hebûna hemî neteweyan tên înkarkirin û zimanên wan tên qedexekirin.

Gökalp di Komkujiya Ermeniyan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji roja ku tevlî nava rêxistina İttihat ve Terakki Cemiyeti dibe rojberoj dikeve bîreke kûr a tewanbarî û krîmînalîteya sazûmaniya nîjadperest. Di sala 1919î de li ser giliyên dîasporaya Ermeniyan bi tewanbariya "Tevlîbûna genosîda Ermeniyan" ji aliyê Îngîlîzan ve tê girtin. Li dijî wan doza "Rûreşiya komkujiyê" tê vekirin. Lê ji ber berjewendiyên dewleta Brîtanya doz nadome û Gökalp bi tevî Dr. M. Reşit Bey (waliyê Amedê yê dewleta Tirk bi xwe Çerkez bû), Fevzi Pirinççi, Zülfi Tigrel hwd sirgûnê girava Malta dikin. Gökalp û hevalên xwe herwekî bi dizîna dewlemendiyên Ermeniyên hatine qirkirin jî tên tewanbarkirin.

Berhemên Gökalp[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kızıl Elma (Sêva sor, 1914)
  • Türkleşmek, İslamlaşmak, Muasırlaşmak (Tirkbûn, Îslambûn û Şarezabûn; 1918)
  • Yeni Hayat (Jiyana nû, 1918)
  • Altın Işık (Tîrêja zêrîn, 1923)
  • Türk Töresi (Dab û nêrîtên Tirk, 1923)
  • Türkçülüğün Esasları (Hîmên Tirkperweriyê, 1923)
  • Türk Medeniyet Tarihi (Dîroka Şarezayiya Tirk, 1926)