Here naverokê

Dêra Meryemê, Amed

(Ji Dêra Meryemê hat beralîkirin)
Dêra Meryemê, Amed
Dêra Meryemê, dêra suryaniyên ortodoks ên Amedê ye.
37°55′Bk 40°14′Rh / 37.91°Bk 40.23°Rh / 37.91; 40.23
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Dêra Meryemê

Dêra Meryemê an Dêra Dayika Meryem an jî Dêra Dayîka Meryem a Qedîm a Suryaniyan (Mor Yaqûb) (bi suryani: ܐ ܕܝܠܕܬ ܐܠܗܐ, `Idto d-Yoldat Aloho; bi tirkî: Meryem Ana Kilisesi) dêreke suryaniyên ortodoks e li hundira Sûra Amedê ye.

Tê texmînkirin ku di sedsala 3'an hatiye çêkirin; dîroka wê heya sedsala sêyem tê zanîn. Bi arkîtektiya romayî û bîzansî hatiye çêkirin. Di nava baxçeyê dêrê de goristanên gelek oldaran hene.

Tê zanîn ku berê jî wekî perestgeh hatiye bikaranîn. Patrîkê 2'yem Yaqûb ku ji Dêra Zehferana Mêrdînê hatiye, heta sala 1871'ê ku koça dawîn kiriye, li vir jiyaye. Di wê serdemê de ev dêr wekî navenda patrîkiyê jî hatiye bikaranîn. Koma avahiyan ku kevirtraşan hemû hunerên xwe di çêkirina wê de bi kar anîne, ji beşên mîna; qada pîroz a Mor Yaqûb, çar hewş, dîwanxane û lojmanan pêk tê. Dêr çend caran şewitiye, hilweşiyaye, gelek caran hatiye tamîrkirin. Ev dêr ji hêla suryaniyên ku bi zimanê Hz. Îsa îbadeta xwe dikin ve hê jî tê bikaranîn.