Fehmiyê Bîlal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fehmiyê Bîlal (jdb. 1887 li Licêyê - m. 1967 li Amed) şoreşvanekî bû ku di serhildana Şêx Seîd de wekî sekreter cihgirtiye. Nivîskar, siyasetmedar û têkoşerekî navdar ê Kurd e. Bi navê Fehmiyê Licî jî tê naskirin. Hêj di temenciwaniya xwe de helbestan dinivîsîne û tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe.

Piştî têkçûna serhildanê derbazî binxetê dibe. Di avakirina Xoybûnê de roleke mezin dileyîze. Ji ber ku fransî dizanibû, têkiliya tevgerên Kurd bi Ewropa re hêsantir dikir. Berhemên LaFontaine werdigerand û bi xwe jî helbest dinivîsand. Mixabin pirraniya wan kete destê dewleta Tirk û hatin tunekirin. Herwekî arşîva Şêx Seîd jî.

Li ser derxistina efûyê ya dûgela Tirk û ji ber hinde nakokiyên di navbera damezrênerên Xoybûnê, biryar digire û vedigere Bakurê Kurdistanê. Dûgela Tirk li ser soza xwe nasekine û wî digirin. Wî sirgûnê bajarê Ispartayê dikin. Li wir tendurustiya wî bi giran dijwar dibe û dewleta Tirk cezayê wî sist dike, vedigere Bakurê Kurdistanê. Li Darahênê, Xinûs û Amedê di nava xizaniyê de dijî û jiyana xwe ji destdide.