Fînîkya
Fînîkya
| |
---|---|
34°07′00″Bk 35°39′00″Rh / 34.11667°Bk 35.65°Rh | |
Parzemîn | Asya |
Paytext |
|
Ziman | Fînîkî |
Dema avabûnê | |
Birêvebirin | |
• Awayê birêvebirinê | Keyîtî, bajar-welat, komar |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Fînîkya[1] yan jî Fenîke,[çavkanî hewce ye] şaristaniyeke semîtîk bû ku di navbera 2500 bêrî zayînê û 64 berî zayînê de li xakên îroj Libnan û Sûrî li beravên Deryaya Navîn bajar-dewletên serbixwe serwerî ajotî.
Xwecih
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xwecihên fînîkiyan derdora wan bajarên îroyîn bûn:
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê welatê Fînîkya ji navê yewnanî Fenîkes-Fînîkes (Phoinikes) de hat afirandî bû. Ew di pirtûka Homêros de wek φοίνιξ, fenîks, fînîks (phoinix), "sorik" dihat dîtin û ji bo kardestên wanê kisûrên sor dihat bikaranîn. Dîsa ewna bi bazirganiyê kisûrê sor dixabitin.
Fînîkiyan bixwe xwe gorî bajarên xwe nav dikir. Wekok yekî ji Sîdon xwe wek sîdonî, yekî ji Arwad jî xwe wek arwadî hwd bi nav dikir.
Kolonîyeke fînîkiyan, li şûna Tûnisa îroj Kartacayê bûn. Kartacayî dîsa ji aliyê romayiyan ve wek Poeni (Pûnî) dihat navandin.
Esîl
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gorî mîtolojiya yewnanî Fînîks bavê Fînîkiyan bû. Ew birayê Kadmos û Europê bû.
Hêrodotos wan ji Kenan gelekî ji nêzî kendava Farsê de didît. Li gorî nivîskarê yewnanî Fînîkî ji behra Erythreiayê hatibûn û li keraxa wan niştecih bibûn. [2]
Li gor pirtûka pîroz a cihûyan Tewrat, Sîdon, bavê sîdoniyan, wek lawê Kenan (neviyê pêxember Nûh) tê ditîn. Lê Kenan lawê Xam (birayê Sam û Yafes) bû. Angorî zimanê fenîkeyî û îbranî xam dîsa tê mane "sor".[çavkanî hewce ye]
Li gor lêkolînên arkeolojîk jî nîjadan wan ji Nîvgirava Sîna bû.[çavkanî hewce ye]
Ziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Alfabeya fînîkî
Zimanê wan zimanekî semîtîkî ji zimanên semîtîkên bakur rojava (an zimanên kenanî) bû.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sedsala 8an b.z. de fînîkiyan serweriya xwe winda kir û ketine bin bandora asûran. Di sala 701 b.z. de asûran bajarê fînîkiyan derve Tîros (Şûr) dagir kir.
Di sala 586 b.z. de ewna, derve Tîros, ketina bin serweriya babîlan. Lê ewna 520 b.z. şunda ketina bin serweriya persan.
Gorî Hêrodotos wan li dor 600 b.z. de bi fîrewnê Misirê Neko II re peymanek kirin û ewna ji Nîvgirava Sînayê di Deryaya Navîn de derketina gereke. Ewna bi keştiyên nêzî 40 m Somalî, Ekwator, Afrîkaya Başûr re ji pê re beravêb Afrîkayê rojava re çerxe Deryaya Navîn bûn û ew sefera xwe temam kirin. Gorî wê seferê wan 30.000 km sê salan de temam kirin. Lê va sefera ji aliya Hêrodotos ve tenê hat nivisandin û rastiya xwe bi gumanbar e.
Ji pê Îskenderê Mezin di 332 b.z. de Tîros dagir kir re û di 146 b.z. de jî Împeratoriya Romê Kartaca dagir kir re şarmendiya Fînîkyayê dawî bû.
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Erjing
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fînîkyayê şarmendiya cara pêşin renga erjing bi kar anî.
Deryavanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fînîkî deryavanên mezin bûn. Wan ser derya re bezirganî dikir û li Nîvgirava Îberî, Sîsîlya û Kîpros gelek kolonî ava kirin.
Nivîs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Alfabeya wan ji alfayên Ewropayê re bingehî kirî bû. Alfebeya yewnanî û yên latînî jî ji wê alfabeyê zêde bibû.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Şirîn (1997). English-Kurmanji, Kurmancî-Ingîzî Word List, Behdînî Dialect. A list of the books of the Bible and biblical names, places, and terms (in standard Kurmanji) is also included. Nî Roj language learning series. Teksas, DYA.
- ^ (1) pirtûka I Dîroka Hêrodotos - Hêrodotos
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- http://phoenicia.org - Li ser fînîkiyan
- http://www.phoenician.org/ Li ser fînîkiyan û aboriya wan