Feratê Dengizî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Feratê Dengizî (navê wî yê fermî Mehmet Aydın Alökmen) nivîskarekî kurd e ku li gor nasnameya li ser di 02.06.1950'an de (lê belê, a rast 30.10.1949 e) li gundê Dengiza yê girêdayî Stewrê ya girêdayî Mêrdînê ji dayik bûye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1971'an de bû mamosteyê matematîkê û demeke dirêj li gelek cihan mamostetî kir.

Ji biçûkatiya xwe de têkilî û hezkirina wî li ser zimanê kurdî hebû. Cara yekemîn di sala 1989'an û ya duyemîn jî di sala 1995'an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKK, bi tevahî 10 salan di girtîgehan de ma. Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse. Gelek pirtûk jî ji tirkî wergerandiye kurmancî, lê hê nehatine çapkirin. Bêhtir hişê wî li ser werger, felsefe û mantika zimên heye. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de tên weşandin. Nivîskarê Azadiya Welat û xwedî, berpirsiyar û yek ji edîtorê Kovara W'yê ye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên ku hatine weşandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zimanê Zimên (cerribandin)
  • Tisê (çîrokên gelêrî-berhevkarî)
  • Zîzanê (çîrokên gelêrî-berhevkarî)
  • Kêzxatûnê (çîrokên gelêrî-berhevkarî)
  • Belgeyên Komcivîna Tenduristiyê (werger)
  • Bi Heft Dengan Gazî Dikim (Kurteçîrok)

Berhemên neweşandî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên wî yên ku ji ber sedemên aborî nehatine weşandin jî ev in:

  • Zarê Dilî (kurteçîrok)
  • Qêrrîna Dilê Min (helbest)

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gola Bişeytan
  • Enînivîsa Mirovî
  • Xwedê Li Tenîşta Nîlê Mir
  • Mêrxasê Çaqircayî
  • Taxa Gawiran
  • Reşo Axa

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]