Here naverokê

Dengiza, Stewr

(Ji Dengiza hat beralîkirin)
Dengiza
Serenli
Beşek ji Dengiza
Dengiza li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Dengiza
Dengiza
Koordînat: 37°33′51″Bk 40°49′25″Rh / 37.56417°Bk 40.82361°Rh / 37.56417; 40.82361
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMêrdîn
NavçeStewr
NahiyeStewr (navend)
Bilindahî
960 m (3150 ft)
Nifûs
 (2010)
125[1]
Koda postayê
47860
Koda telefonê0482
Map
biguhêreBelge

Dengiza, anku Dengizan (bi tirkî: Serenli) gundekî Stewrê ye.

Di sala 1993'yan de ew jî weke gundên derdora xwe hate valakirin. Gundî her yek bi ciye kî ve bela bû; hinek çûn Îzmîr, hinek çûn Kirşehir, hinek çûn Mêrsîn, hinek çûn Bismilê ya Diyarbekir û hinek jî li nêzî çemê Stewrê di navbera Ehmedî û Stewrê de gundekî nû bi navê Eynûnê avakirin û li wir bi cî bûn. Sala 2004'an gunde ji niştecihiyê re vebû lê pir hindik kes vegeriyan gund.

Debara gund bi giranî li ser tirî, xwedîkirina heywanan û çandinî bû. Dims û mewîjên Dengiza navdar bûn.

Bi qasî dims û mewîjên wan pêkenokên wan jî li derdorê gelek navdar in.

Ev malbatan gund ava kirine û berî were valakirin lê dijiyan: Malbata Fermano, Malbata Şêxo, Malbata Keço, Malbata Berkêt, Malbata Hacikê, Malbata Mamedo

Delav, Girê Şêran, Şewla, Çahlikê, Xanîka, Çahla Sor, Newala Rezan, Heremê Hemo, Heremê Simo, Çahla Belê, Qarqosekê, Kevirê Mîzê û Tahta Çavê Emero.

Sirûşta Dengiza

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Balindeyên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çûkên ku li vî gundî dihên dîtin ev in: pepûk, pepûka bi timik, çilferşik, berkuteyê mezin (li gund jê re bilbil dihê gotin), berkuteyê biçûk, kew, sersorê serhijikan, qereçûnik, xatûna mişk, teyrê maran, teyrê baz, binerdok, çîq, kebok û başoq.

Giyayên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Giyayên ku li gund he ne ev in: xelîlok, kulîqqhwan, hindeko, nêrgiz, gihakê sêvo, qîvar, kelbeş, qîvarê devreş, botav, pîqelaçk, kerkor, strîzerdik, strîkeçik, pirpar, kereng, kereng nebî, sosin, sabûna leglegê, kenêr, ereblepo, bûka bêriyê, kulîlka bûkûzavê, lovik, xilindor, bizîlaqa miyan, bizîlaqê kuçikan, bizîlaqê bizinan û hwd.

Sal Gelhe
2008 132[2]
2000 82[3]
1985 1.243[4]