Fesalî (kilor)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fesaliya Bosniyayê

Fesalî yan di hin devokan de feselî navê cureyekê kilorê ye. Dişibe Cinnamon roll a îngilîzî. Li Kurdistanê pirranî li Erdêxan, Qers, Meledî û Ezirganê tê çêkirin.

Li Balkanê jê re sîrnîka yan zelyanîka dibêjin. Rolanî bûrek jî.

Li Ewropayê şekir jî dixin navê lê kurd tenê ji bo zarokan wisa dikin, ew jî dimisê bikartînin, ne şekir. Awayê kurdan hinekê serbestî ye. Carnan ne tenê yek pelekê pelhevîrê lê du-sêyan bikartînin. Bo berkelînê penîr, toraq, bexdenûs, biharat, îsot û êd amade dikin.

Şikevayê piştî dagirtinê pêçokî (spîralî) dipêçin û davêjin argûnê. Ji bi kilor hişk nebe, tîna wê tê kêmkirin û derî jî şidandin, daku hinekê di nava hilmê de nerm bimîne.