Heftbirrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Heftbirrî, heftqat, heftpelik cureyekê kilorê ye. Li Kurdistanê pirranî di mehên payîz û zivistanê de tên xwarin, lewra bihar û havînê kar heye û hezma heftbirriyê dijwar e. Li tevahiya herêmên Kurdistanê, bi navên cuda bin jî tê xwarin.

Navê xwe ji hejmara pelikê şikevayê digire (pelhevîr). Heft mecbûrî nîne, dikare 10 qat jî be.

Berkelîn (melzeme)[biguherîne]

Amadekirin[biguherîne]

Herdu aliyên pelhevîrê tê rûnkirin û di tebsiyê de radixin. Berkelî (melzemeyê kelandinê) amade dikin. Her qatek ji tiştekê tê tijekirin. Heger yek riz be ya din goşt an mewij e. Bi kêrê wekî çargoşeyî tê kerîkirin.

Heya binê wê hinekê sor bibe di argûnê de tê pijandin.

Şahiya malê[biguherîne]

Moriyeke mezin (mirarî) di nava kilorê de tê veşartin ku pirranî dê yan eta (etika) malê cihê wê dizanin. Dema kilor hat ser destexaneyê (merezme, sifre) şêniyê malê dikevin etr û tatolê (mereq) ka dê para kê be.

Di nava êzîdîyan û herwiha gelek caran jî di rojên olî yên pîroz de bo şahî û galegalê ev tê kirin.

Carnan zarokan dixapînin dibêjin "di dilê xwe de bêjin morî morî ez gorî, were vî dorî ew ji axavtinê fêhm dike, tê". Zarok jî çavên xwe digirin di dilê xwe de bi van gotinan lava dikin ku morî bibe para wan.

Dibe ku li deverên din ên Kurdistanê ev şahî bi awayekê din be.