Kilora çavbelek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kilora çavbelek cure kilorek ji pêjgeha kurd e. Ji ber ku wekî Fesalî (kilor)ê ji pelhevîrka pêçandî ye û bi têkelên xwe ve piştî pijandinê dişibe çavan, ev nav girtiye. Li rojhilatê Kurdistanê û hin deverên Bakurê Kurdistanê tê xwarin. Ev binavkirin a serhediyan e.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amedekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Gizêrên xwe bişon, bişelînin û li rêşkerê (rende) bidin. Kevçiyeke rûnê ron berdin rûnbirêşkê û heya sorayî pê ket biqijilînin.
  2. Li rûnbirêşkeke din di nava 3 kevçî rûnê ron de goştê xwe biqelînin. Di rûnbirêşka sêyem de pîvazên xwe sor bikin. Nîvê pîvazê berdin nava siyaleyê, yê din jî berdin nava goşt.
  3. Pelhevîra xwe raxin. 2 stekan şîr û nîv stekan rûnê ron tevdin, bi viya rûyê pelhevîrê nerm bikin. Gizêrê li ser raxin. Pelhevîrka nû raxin ser û dîsa bi şîr û rûnê we hazir kiribû nerm bikin.
  4. Goştê xwe yê bi tevî pîvazê ye li ser raxin. Pelhevîrka sêyem jî herwiha bikin û îcar siyaleyê raxin ser. Şikevayên xwe bi baldarî bipêçînin û ji wan tîkeyên bi qasî du bêçiyê jêbikin. Li sêniyeke binê wê hinekê hatiye rûnkirin rêz bikin.
  5. Di germahiya 200 pileyê de bipijînin û bînin ser destexaneyê.