Gizrê
Gizrê Beğendi | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Kerboran |
Demografî | |
Gelhe (2014) | 122 kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 37°26′07″Bk 41°44′59″Rh / 37.43528°Bk 41.74972°Rh |
Bilindayî | 720 m |
Koda postayê | 47750 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
Gizrê (bi tirkî: Beğendi) gundekî girêdayî navçeya Kerboran a girêdayî Mêrdînê ye.[1] Gund ewil 33 mal bûn. Di sala 2014'an de 20-25 mal bûn.[çavkanî hewce ye] Debara gund li ser xwedîkirina heywanan û xebata cotkariyê ye. Ev gund berav e. Gelek çem hene li derdorê hene. Navê wan çemê Hemzo, çemê Çemke, çemê Nefira û çemê Kera. Li derdora gund ev gundên li jêr hene;
- Li rojhilata gund; Xelîla, Dînara, Gurîza
- Li qubleta gund; Xendûk û Xirbê hur
- Li rojavaya gund; Zaxuran, Stavran, gundê mala asle
- Li bakurê gund; Îwan, Basqil, Ancik û Memedora.
Gund di sala 1920'an da hate vala kirin.[çavkanî hewce ye] Mezinê gund ê berî 100 salî Emerê Elîka bû. Di demeke pişî vê de Hiseynê Ehmê û Xelîlkê Hemed bûn. Hinek cihên dîrokî li gund hene. Li rojavayê gund kelhoşka Emero û kelhoşka Diyarê Ravan li gund gelekî binavûdeng in. Li gund ziyaretên gelekî kevnare jî hene. Ziyareta Pîrê Qureyşiyan, ziyareta Ravan û ziyareta Memezeran hinek ji wan in. Gelê gund ji heft[çavkanî hewce ye] bavikan pêk tê; Segvan, Kurmuska, Resulka, Şerefka û Mala Sofî.
Li derdora gundê Gizrê, di 2'yê adara 2016'an de di encama operasyona artêş tirk de 8 gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest didin. Li gorî agahiyan di heman operasyonê de 3 leşkerên tirk jî hatine kuştin.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |