Zaxuran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Zaxwran, (bi tirkî: Başyurt), gundekî bi ser navçe Midyadê ve ye. 17 gundikên bi ser Zaxwran ve hene û li van gundan fermî bi giştî 786 kes dijîn. Gund li rojhilatê Midyadê ye û 40 kîlometreyan jê dûr e.

Navên gundikên Zaxwranê Gundikêportî, Xirabêreş, Emerêaxo, Sîvok, Sebrika, Stewrankê, Gelêta, Mêvênka, Xirabêhorîya, Xirabêgura, Xirabêcibra, Çalikêkundo, Ancik, Rover, Şahrkan û Xirbexala ne.