Gotûbêj:Ferhad Shakely

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav @Balyozxane , @MikaelF @Penaber49 @Ghybu @Gomada @Ferrus Bi dîtina min çêtir e heke em navê Shakely wek Şakelî biguherînin. Ji ber ku Ferhad Şakelî nivîskarekî kurd e . Bi zimanê inglîzî tîpa Ş tune lewma Şakelî wek Shakely jî tê nivîsandin. Mesela em Elif Shafak jî wek Elif Şafak dinivîsin . Her wiha ji bo nivîsandina Şakelî çavkanî hene û min pirtûkek jî bo vê rastnivîsê jî dît.

https://www.nadirkitap.com/mem-u-zin-de-kurt-milliyetciligi-ferhad-sakeli-kitap31300089.html https://www.rudaw.net/kurmanci/culture-art/26052020-amp Avestaboy (gotûbêj) 20:37, 12 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav û rêz, bi dîtina min, sernavê niha baş e, Shakely bi tîpên latînî wisa navê xwe dinivîse. MikaelF (gotûbêj) 07:40, 13 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
Roj baş hevalê @MikaelF . Wîkîpediya bi çavkaniyan dixebite . Ferhad Şakelî ji başûrê Kurdistanê ye û li vir Kurdî pirranî bi tîpên erebî tê nivîsandin. Her wiha çavkanî wek Rûdaw jî he ye. Pirtûka wî Mem û Zîn'de Kürt Milliyetçiliği bi navê Ferhad Şakelî jî hatiye nivîsandin. Ji bo Wîkîpediyaya înglîzî Shakely baş e, lê ji bo Wîkîpediyaya kurdî Şakelî çêtir e . Heta ku nivîskar rastnivîsa kurdî îtiraz ne ke , ne pirsgirêk e. Avestaboy (gotûbêj) 08:09, 13 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvarbaş birêz @Avestaboy: Ferhad Shakely hertim pirtûkên xwe wek Ferhad Shakely îmza dikir, di salên 1980an de dema soranî bi tîpên latînî çap kiriye navê wî Ferhad Shakely jî bû. Bi heman awayî Husein Muhammed, Bahattin Gümgüm, Hasan Kaya, Hüseyin Erdem, Lokman Polat, Şeyhmus Dagtekin, hwd jî nivîskarên kurd in. Bi nihêrîna min, "Ferhad Shakely, ango Ferhad Şakelî, nivîskar û helbestvanekî kurd e..." destpêka baş e. MikaelF (gotûbêj) 18:09, 13 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş hevalê @MikaelF
Divê em hemû kêmasiyên Wîkîpediyaya kurdî sererast bikin. Ji ber vê yekê girîng e ku em li ser rastnivîsek gotûbêj û biryar bidin. Kurdîkirina nivîskarên ku tu behs dikî zor e ji ber ku bi zimanê tirkî tîpên ku bi zimanê kurdî tune ne hene ( ĝ , ö û ü). Wek mînak di Wîkîpediyaya kurdî û almanî de Leyla Imren jî wek Leyla Îmret tê nivîsandin.Navê bestekarê ketalan Vicenç Cuyàs di Wîkîpediya spanî de tenê wek Vicente Cuyàs tê nivîsandin. Ez mesela li Almanyayê dijîm û mixabin ez her tim tîpa Ç di paşnavê xwe de wek c dinivîsim ji ber ku bi alfabeya almanî tîpa ç tune. Li Îrlendayê jî ji bo gelek navan du rastnivîs hene (bi zimanên înglîzî û îrlendî). Wek mînak navê Michael D. Higgins bi îrlendî jê re Mícheál Dónal Ó hUiginn tê gotin. Silav û rêz
Avestaboy (gotûbêj) 21:44, 13 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]