Gotûbêj:Xaça Sor

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Jenev an Cenevre ?[çavkaniyê biguhêre]

@Balyozxane

Gotarên Jenev , Jenev (kanton) û Konferansa Jenevê hene . Lewma min çawa rastnivîsa Stenbol û Îstenbol kiribû Stembol min Cenevre jî kir Jenev . Ji ber ku sernavan bi vê forman ne . Jenev û Cenevre wek Nemsa û Awistirya navên cuda nînin. Tenê formên wan cuda ne . Lewma min guhertinê ne wek problem dît. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 09:43, 26 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy Silav bira. Ez te fêm dikim lê guhartina Stenbol/Stembol ne problem e herçiqas bi ya min xelet be. Stembol di 2013an de hatiye guhartin loma niha standarda wîkiyê ev e heta ku were gotûbêjkirin. Lê belê Jenev ewqas kêm tê bikaranîn ku bêyî gotûbêjkirina guhartina wê xelet bû. Ev di meha çiriyê paşîn de hatiye guhartin. Gelek nû ye. --Balyozxane (gotûbêj). 10:32, 26 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane
Sernavê gotara Jenevê gelek caran hatibû guhertin. Forma Jenev di sala 2012an de ji aliyê hevalê @MikaelF ve hatibû tomar kirin û di sala 2023 ve bû sernav. Ji bo forma Jenev rojnameya Roja Nû ya Kamiran Alî Bedirxan ( Sala 1943) û Ferhenga ûrisî-kurmancî ya Îvanê Omer Farîzov ( Sala 1959) wek çavkanî hene .
. Ji bo forma Jenev pro ev e ku çavkaniyên kevn ên çapkirî hene. Kontra ew e ku ew aniha li înternetê derveyî Wîkîpediyayê qet nayî bi kar anîn û di televîzyonê de qet an jî belkî kêm tê bi kar anîn. Problem ew e ku ferhengên bi kurdî ne hemû peyvan vedihewîn in . Ji ber ku Kurdiyeke standartkirî tune ye . Mesela li memleketê min de zêde Îstenbol tê gotin. Ez mesela ji forma Stembol re jî bi dudilî me . Di gotarê de bi sedem wekî çavkanî hatiye nivîsandin ku li gorî birêz Husein Muhammed çima Stembol ji Stenbol çêtir e . Lê ku em li gorî hejmara çavkaniyan herin ez texmîn dikim ku rastnivîsa Stenbol ji Stembol bêtir tê bi kar anîn. Mesela Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û ne Enstîtuya Kurdî ya Stembolê tê gotin . Aniha tu Problemên zimanê me dibînî . Avestaboy (gotûbêj) 11:48, 26 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Husein Muhammed di vî fikrê xwe de xelet e. Ev problema "nb" di kurdî û tirkî de eynî ye. Tirk jî dibêjin ambar ne anbar, em jî dibêjin embar ne enbar. Dîsa jî navê bajêr Istanbul e ji ber ku serenavê divê ev qaîde li vir neyê sepandin. Ez li hêviyê me çavkanî bibînim ji bo vî fikrê xwe da ku gotûbêjekê bidim destpêkirin lê min qet lê nenêrî loma min tiştek negot. --Balyozxane (gotûbêj). 11:52, 26 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]