Gotûbêj:Xwendekar

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Etîmolojiya peyva xwendekar[çavkaniyê biguhêre]

Silav @MikaelF, @Ghybu, @Gomada, @Penaber49 û @Balyozxane

Di gotarê de hatiye nivîsandin ku xwendekar neolojîzm e. Erê gotar bi çavkanî ye . Min ema pirr caran çavkaniyên çewt jî li ser Wîkîpediyayê dît ( ne tenê li ser Wîkîpediyaya kurdî ) .Mesela Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê , Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Norwêcê , Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz hwd. hene . Bi helwesta min peyva xwendekar wek hemwate telebe ,qutabî û şagirt peyvên normal û ne neolojîzm in. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 15:44, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

Silav birêz @Avestaboy. Chyet yek ji ferhengdanerên herî mezin ên kurdî ye. Gelek caran ji me zêdetir miletperweriya kurdî dike. Çavkanî pêbawer e. Wîkîpediya bi helwesta te nabe, divê çavkanî binivîsî ji bo xwendekar. --Balyozxane (gotûbêj). 15:51, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Not: bnr. en:Wikipedia:Neutral point of view --Balyozxane (gotûbêj). 16:13, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalê @Balyozxane zemanê berê ji hin zimannas û zanistvanên rojavayî hatibû angaştkirin ku zimanê kurdî zaravayeke zimanê farisî ye . Gelo ez jî wan mirovan wek çavkanî hildim ? Her wiha min behsa navê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê , Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Norwêcê û Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz kir . Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê rêxistineke ku nêzikê Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Hüseyin Çelebi hev - damezrînereke YXKê bû . Lewma heke ez bêjim ku xwendekar peyveke normal e ew rasteqîn û heqîqet e û ne helwesta min e . Niyetên birêz Cheyet baş in . Ema ew jî tenê mirov e û hemû mirov çewtî dike. Avestaboy (gotûbêj) 16:18, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Xuya ye tu fêm nakî neolojîzm çi ye. Bnr. Neolojîzm --Balyozxane (gotûbêj). 17:10, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
ping @Avestaboy --Balyozxane (gotûbêj). 17:11, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Herwiha Te gotiye Ema ew jî tenê mirov e û hemû mirov çewtî dike. divê çavkanî binivîsî ku ev tiştê Chyet dibêje xelet e. Li gorî fikrên te nabe. --Balyozxane (gotûbêj). 17:12, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane
Heya ez ê naha dizanim ku neolojîzma tenê ji bo demek diyar (ne taybetî) neolojîzm dimîne, lê paşê belkî dikar e wek peyveke normal were pejirandin (wek peyva Youtuber) . Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê di sala 1991 hatiye damezrandin. Çavkaniya te ji sala 2020 e . Ango nêzîkê 30 sal şunde hatiye çapkirin. Avestaboy (gotûbêj) 17:49, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Te xelet xwendiye. Dîsa lê binêre ji kerema xwe re. --Balyozxane (gotûbêj). 17:55, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane
Wîkîpediyaya bi almanî wisa dinnivîs e  :
Charakteristisch für Neologismen ist, dass die Sprecher sie für eine gewisse Zeit als neu empfinden. Welche Wörter (noch) Neologismen sind, hängt also auch von dem Zeitpunkt ab, zu dem der Wortschatz einer Sprache betrachtet oder untersucht wird.
Werger :
Tişta taybetmendiya neologîzman ew e ku axêver wan ji bo demek diyarkirî wekî nû dihesibînin. Kîjan peyvan (hîn jî) neolojîzm in jî bi xala demê ve girêdayî ye ku tê de ferhenga zimanekî tê nirxandin an lêkolandin. Avestaboy (gotûbêj) 18:04, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy Mala te ava ji bo tercimekirina bi Google Translatê. Min ti tişt fêm nekir. Lê piştî ku min tercima kir îngilîziyê min fêm kir. Ev qism behsa tiştê ku tu dibêjî nake. Behsa tiştekî din dike. --Balyozxane (gotûbêj). 18:14, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Avestaboy û Balyozxane:, di vê mijarê de divê em hevsengiyê biparêzin. Peyvên nû wek pêşketina ziman peyvên kevn wekê dewlemediya ziman bibînin. Ez divêm bila hemî peyv bêne bikaranîn. Tişta herî bi xêr jî ev e. Di hevokekî de kelîme di hevokekî de peyv bê nivîsandin zirarek jê nayê lê ku em kelîme bigirin peyvê biavêjin ev jî nabe. Em dikarin wiha bikin bila her bikarhêner di bê mijarê de azad bî kijan bikarhênerên dilê wî dixwaze kîjan kelîme an peyvê bikar tîne bila bikar bîne. Penaber49 (gotûbêj) 18:21, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Penaber49. Problem li vir ne ev e. Jixwe min di destpêkê gotarê de xwendekar jî bi kar aniye û min bikaranîna wê jî qedexe nekiriye. Di beşa etîmolojiyê de dibêje xwendekar neolojîzm e û bi çavkanî ye lê belê hevalê @Avestaboy ji ber fikrê xwe yê şexsî dibêje ev xelet e lê belê ti çavkanî nade. --Balyozxane (gotûbêj). 18:25, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav bira min fem kir. Ji hevalê @Avestaboy: re jî dibêjim. Heta ku em enerjiya xwe li hevrikiyan peyvan xerc dikin divê bi fikrek hevpar çareseriyek bibînin. Ev niqaş ev a demek e ku heye. Di warê vê mijarê de pêşaniyara min ev e: ji bo hemî kelîme di wîkîpediyayê de cih bigire. Em hemî peyvan di nav hevokan de bikar bînin. Wek mînak ezê ji vir pêde hem peyva armac û hem jî kelîmeya xaye di hevokan de bikar bînim. Çiqas zêde peyv bêne bikaranîn ewqas êdî baştir dibe, hevsengî çêdibe kelîme nayên jibîrkirin û ziman bi peyvên nûjen dewlemendtir dibe. Penaber49 (gotûbêj) 18:36, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49
Na na . Li gorî min peyva xwendekar wek sernav çêtir e . Ji ber ku bêtir tê bi kar anîn . Lê mijara vê gotarê tarîfkirina peyva neolojîzm e . Min berê texmîn kir ku neolojîzm peyvên çêkirî ne ku ji demek ve ji aliyê mirovan wek peyveke normal tê dîtin. Lê aniha tê gotin ku neolojîzm (hemû ) peyvên çêkirî ne . Avestaboy (gotûbêj) 18:52, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
Biborinîn. Bi rastî min got qe nîqaşa ji ber peyvan e :)) Penaber49 (gotûbêj) 19:17, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Ne sucê te ye . Me pirr caran li ser bikaranîna peyvan gotûbêj kir . Ez weki te difikirim. Ji bo fehmkirina kurdî naskirina hemî peyvan girîng e. Avestaboy (gotûbêj) 22:01, 16 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]