Gundikê Melî

(Ji Gundikêmelê hat beralîkirin)
Gundikê Melî
Balveren
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Navçe Şirnex
Nahiye Şirnex (navend)
Binebeş
Şaredar Abdurrezak Yıldız (DTP)
Demografî
Gelhe (2011) 3.135[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°29′8″Bk 42°33′0″Rh / 37.48556°Bk 42.55000°Rh / 37.48556; 42.55000
Bilindayî ~ 1.380 m
Koda postayê 73000
Koda telefonê (+90) 486
Gundikê Melî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gundikê Melî
Gundikê Melî
Gundikê Melî (Tirkiye)

Gundikê Melî an jî Gundikê Melê (bi tirkî: Balveren), bajarokekî Şirnexê ye. Herçiqas hinek gundiyan ji gund barkirîbin jî, niha nêzîkî 5000 nifûsa vî gundî heye û weke nehiyeyek dewam dike.

Hingivî û gezuyê gundik meşhûr e. Gelik alim û zanayên mezin jê râbune, wek Şêx Şemsedînê Şehrînûhî (m. 1943)[2], Şêx Xalidê Berwarî Gundikî (m. 1921) û Mele Derwêş.

Jiyan li Gundikê Melê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çûyîna ser ziyaretê Temtemo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Gundikê Melê her sal pehîzê de diçine ser ziyaretê. Navê goristanê weke ziyaret tête bikaranîn.

Ev adet ji 300 salan zêdetire hema li Gundikê Melê dewam dike. Her malekî ji bo ziyaretê gîskekî hazir dikin û gava diçin ser ziyaretê ewî gîskî serjê dikin.

Gundî hemî tekbîra xwe dikin yek û siharê piştî taştê rêdikevine.

  • Jinik xwarinê çêdikine. Ew gîskê hatî serjîkirin di zergan de tête pijandin.
  • Zelam yên Quran Xwîn cizukên Quranê dixwînine. Wê rojê de belkî neh-deh xitme tête xwendin. Çuyîna ser ziyaretê bi piranî jiber xwendina Quranê ye.
  • Zelamên ne Quran Xwîn ji sînca ziyaretê çêdikine. Hinek ji wan hukan çêdikin, hinek jî diçine striyan tînin.

Welhasil kes namîne betal. Zarok ji jixwere dilehîzin. Wextê bu demê nimîja nîvro, zelam hemu dest û destmîjên xwe digirin û bihevre nimîja nîvro cemaet dikin. Feqeyek diçe ser berê bilind bang dide, paşê melayê gund diçe pêşiyê û nimeja xwe dikin. Piştî nimîjê xwarinê hazir dikin. Ji her malekî laliyên xwarinê têne ber zelaman. Zelam li cihekî, zarok li cihekî xwarina xwe dixwin. Piştî xwarinê herkes (jin, zelam, zarok) diçin ser qebrên (gor) miriyên xwe. Dewr û Yasînan dixwînin. Xêr û xêratan dikin. Der û berên qebrên xwe paqij dikin.

Ziyareta Gundikê Melî ne li nêva gund e, li derveyî gund e. Nêzîkî êvarî ber û mal diçin.

Van salên paşiyê de nifûsa Gundik mezin bûye. Hêdi cih ser ziyaretê namîne. Sala 2008'ê belkî 3000 mirov pirtir hatîbun ser ziyaretê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2011
  2. ^ Bo kurte jiyana wî binêrin kovara Nûbiharê hêjmara 88ê

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]