Curnê Reş
Navçeya Curnê Reşê | |
---|---|
Hilvan | |
Koordînat: 37°35′11″Bk 38°57′18″Rh / 37.58639°Bk 38.95500°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Riha (parêzgeh) |
Serbajar | Curnê Reş |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 61 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.278 km2 (493 sq mi) |
Bilindahî | 590 m (1940 ft) |
Nifûs (2009) | 40.083[1] |
• Berbelavî | 31,4/km2 (81/sq mi) |
• Serbajar (2009) | 20.855 |
Koda postayê | 63900 |
Koda telefonê | (+90) 414 |
biguhêre |
Navçeya Curnê Reş (bi tirkî: Hilvan, bi osmanî قره جورون Karacurun) yek ji navçeyên parêzgeha Rihayê ye û li bakurê parêzgehê disekine. Rûbera wê 1.111 km2 ye[2], nifûsa wê jî 42.218 e (2022)[3]. Ji Rihayê 55 km dûr e û li bakur-rojavayê sînora xwe bi parêzgeha Adiyemanê re heye.
Curnê Reş di sala 1926an de bû navçe û bi Rihayê ve hat girêdan. Bilindahiya navçê ji rûyê avê 600 m ye. Aborî bi giranî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. 2 nehiye, 62 gund û 33 mezre girêdayî navçeyê ne. Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine valakirin.[çavkanî hewce ye]
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîroka navçeya ya Curnê Reş ne diyar e, lê şopên şaristaniyên kevnar yên ji serdemên cûda hatine dîtin. Lêkolînên dîrokî nîşan didin ku yekemîn niştecihbûna herêmê li ser girekî ku ji Serdema Bronz derdora 4000 BZ hatiye avakirin. Ev wargeha sereke di nav xelkê de wek Pala Gir tê zanîn. Li wê derê hawanên ji bazaltê hatine dîtin, yên ku ji bo hilberîna genim hatine bikaranîn.[4]
Di sedsala 19an de eşîrên kurd yên koçer li vir bi cih bûne û ji ber rengê reş ê bazaltê navê Curnê Reş dane wargehê.
Newala Çorî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Gotara bingehîn: Newala Çorî
Newala Çorî, Newala Çorê, Newala Çolê (bi tirkî: Nevali Çoli) wekî yek ji şûnewarên neolîtîk ên herî kevn ên mirovatiyê tê hesibandin û ji Göbekli Tepe 50 km dûr e. Di navbera salên 1983-1991ê de vedanên arkeolojîk ji hêla profesor Harald Hauptmann ve hatine kirin. Di çarçoveya projeya GAPê de bendav hatin lêkirin û ev wargeha arkeolojîk kete bin ava bendava Ataturkê.
Wargehên dîrokî û turîstîk ên Curnê Reşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Şikefta Karûtê
- Bermayiyên dîrokî yên gundê Qentaran
- Bîra Şor
- Bermayiyên Birçikê
- Bermayiyên gundê Fîkê
- Şikefta Xoşînê
- Şikefta Mişmişê
- Bermayiyên li gundê Garoza Jor, Deverê
- Şikefta Henikê (bi tirkî: Inik Magarasi)
- Bermayiyên li Curnê Reş, Helîn, Palagir, Kepîr, Xozan, Hemdîn, Malwêran, Naçar, Sêvilan
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ^ tuik, 2009
- ^ "Untitled Page". www.e-icisleri.gov.tr. Roja gihiştinê 5 gulan 2024.
- ^ biruni.tuik.gov.tr https://biruni.tuik.gov.tr/medas/?kn=95&locale=en. Roja gihiştinê 5 gulan 2024.
{{cite web}}
:|title=
kêm an vala ye (alîkarî) - ^ "Tarihçe – Hilvan Belediyesi" (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 gulan 2024.
Ev gotara ji bo Rihayê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara ji bo Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |