Here naverokê

Hevsengî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hevsengî, (bi îngilîzî: balance, equilibrium) ji bo rastkirin an jî parastina pozîsyona laş, belavkirina giraniya laş a bi awayekî yeksanî.

Guhê navî navend e ji bo hestê bihîstin û hevsengiyê.

Li gel erkê nasîna dengan, parastina hevsengiya laş jî bi alîkariya guhê navî pêk tê. Bi alîkariya hestê hevsengiyê, mirov dikare li ser lingê xwe bisekine û li erdê nekeve. Ango hestê hevsengiyê, laşê mirov ji xeteriyê diparêze, karên rojenê yê mirov hêsantir dike. Hevsengiya laş bi hevkariya mejîk, guhê navî, çav û masûlkeyên peykerê tê parastin[1]. Heke hevsengiya laş ne rêkxistî be, dewxa mirov tê, li mirov gêjî peyda dibe, dibe ko mirov nikaribe li ser lingan bisekine an jî dibe ko mirov biverişe. Bi taybetî dema rêvîtiyê de ev rewş hê pirtir rû dide. Hin mirov gava di erebê an ji di keştiyê de rêvîtî dikin, hevsengiya laşê wan serûbin dibe, gêjî û hestê verişînê li wan peyda dibe.

Di guhê navî de pênc pêkhate berpirsiyar in ji bo dabînkirin û parastina hevsengiya laş, evana sê cogên kevaneyî û du kîsikok in. Cogên kevaneyî û kîsikok bi navbeynkariya dalanê bi hev re girêdayî ne û wekî dezgeha dalanî (bi îngilîzî: vestibular apparatus) tê navkirin[2]. Dezgeha dalanî bi şileya endolîmf tijî ye[3]. Li guhê navî, beşa dalanê de mûxane hene, mûxane bi eslê xwe mîkanîkewergirin û dişibin mûxaneyên endamê Cortî yê di nav lûlpêçê de, lê erkê van mûxaneyan ne ji bo wergirtina pêlên deng, lê ji bo dabînkirina hevsengiya laş e.

Erk û pêkhateya cogên kevaneyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di her guhekî mirov de sê cogên kevaneyî heye. Cogên kevaneyî pêkhateyên lûleyî ne, li ser dalanê de wisa cih bûne ko di navbera her yekê de goşeya 90 pile heye. Cogên kevaneyî li gor cihê (pozîsyon) xwe tên navkirin[4].

1. coga pêşî (coga jorî)

2. coga paşî

Di nav ampulên hersê cogên kevanî de pêkhateyek bi navê kupul (cupula) heye, kûlkên mûxaneyên hestê hevsengiyî di nav kupulê de cih digirin

3. coga asoyî (coga teniştê)

Coga pêşî û ya paşî bi awayeki stûnî, a teniştê jî bi awayeki asoyî bi kîsikê utrîkilê( utricle) ya hundirê dalanê ve girêdayî ne. Her yek ji cogên kevaneyî ji kîsikê utrikilê dest pê dike û disa li utrikilê dawî dibe. Ji herdu seriyên lûleya her cogê, seriyek teng e, ya din li nezikê qulika utrikilê piçek fire û werimî ye. Ev beşa fire ya coga kevaniyê wekî ampul (ampulla) tê navkirin[5]. Li nav ampulê de hestewergirên hevsengî yê coga kevaneyî heye[4]. Livîna goşeyî (bi îngilîzî: angular motion) ya serî a ber bi jor û jêr, pêş û paş, çep û rast ji aliyê hersê cogên kevaneyî ve tê hestkirin.

Coga kevaneyî ya asoyî, livîna serî ya ji hêla rastê ber bi ya çepê an jî ji hêla çepê ber bi aliyê rastê ve dinase. Wekî mînak, kurdên misliman li dawiya nimijê de silav didin “Es-selâmu aleykum ve rahmetûllah” û serê xwe ber bi aliyê rastê ve vedigerînin, paşê ji aliyê rastê ber bi aliyê çepê dizivirînin. Di vê demê de coga kevaneyî ya asoyî ji livîna serî agahdar dibe.

Coga jorî (coga pêşî), livîna serî ya ber bi pêş û paş dinase. Wekî mînak, gava mirov serê xwe dihejîne û dibêje erê erê.

Coga paşî, livîna serî ya ji sermilêk heta ya dinê dinase. (stû ber bi rastê an jî çêpê ditewe) wekî mînak, gava av dikeve guhê mirov, mirov serê xwe ber bi sermile ve ditewîne.

Di nav ampulên hersê cogên kevaneyî de pêkhateyek bi navê kupul (cupula) heye, kûlkên mûxaneyên hestê hevsengiyî di nav kupulê de cih digirin[6]. Kupul pêkhateyek nermokî ya mîna jel e. Ji ber herika endolîmfa nav cogên kevanî, kupul bi hêsanî dilive û kûlkên mûxaneyan ditewîne.

Erk û pekhateya kisikên dalanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pozîsyona (cih) serî ji aliyê utrîkil û sekulê ve tê hestkirin.

Dalan du kîsikok lixwe digire navê van kîsikokan utricle û saccule e (bilêvkirin: utrîkil û sekul). Di nav van kîsikokan de mûxane hene, cihê (pozîsyon) serî ji aliyê van herdu kisikokan ve tê hestkirin. Ango livîna serî ji aliyê cogên kevanî, pozisyona serî ji aliyê utrîkil û sekul ve tê hestkirin. Hestewergirên van herdu kîsokokan ji bo hestkirina tawdana hêllî (bi îngilîzî: linear acceleration) ye[6]. Wekî mînak, tewdana erdkêşê cureyek ji tewdana hêllî ye.

Çavê mirov girtî be an jî mirov di cihekî tarî be, dîsa ji mirov bi alîkariya van kîsikan hest dike ko kîjan alî jêr, kîjan alî jor e[7] . Hestewergir di nav utrîkilê de bi awayê asoyî, di sekulê de bi awayê stûnî cih bûne. Ango di navbera hestewergirên herdu kîsikokan da goşeya 90 pile heye[4].

Di nav utrîkil û sekulê de pêkhateyek heye bi navê makul (macula). Makul li gel xaneyên din mûxaneyan ji lixwe digire. Makul jî bi perdeyek nermokî dapoşî ye. Navê vê perdeyê, perdeya otolîtî e.Serê kûlkên mûxaneyan di nav perdeya otolîtî de dirêjkî ye. Perdeya otolîtî belûrên kalsiyuma karbonat (CaCO3) lixwe digire. Hêza erdkêşê bandor li ser pirtikên kalsiyuma karbonatê (kevirên guh) dike. Ji ber ko rêzbûna hestewergiran di nav utrîkil û sekul de ne yek e, şeweyî çalakbûna wan jî ji hev cuda ye. Hestewergirên utrîkilê bi tewdana asoyî (bi îngilîzî:horizontal acceleration) çalak dibin. Wekî mînak, gava mirov di erebê (otomobîl) de diçe ji ber kêmbûn an jî zêdebûna leza otomobîlê tewdan çêdibe, utrîkil li gor vê tewdanê ji pozîsyona serî û laş agahdar dibe[8]. Hestewergirin sekulê taybet in ji bo wergirtina tewdana stûnî (bi îngilîzî: vertical acceleration). Wekî mînak, gava mirov di esansorê (elevator) de hildikişe an jî dadikeve tewdana stûnî çêdibe, sekul ji vê guherînê agahdar dibe. Tewdan dibe sedama tewîna kûlkên mûxaneyan, bi vî awayê mûxane erkê kar dide destpêkirin[8].

Rêbaza rêkxistina hevsengiya laş

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava mîrov dilive di heman demê de serê mirov jî dilive an jî pozîsyona serî diguhere. Livîana serî dibe sedama livîna şileya endolîmfê ya cogên kevanî, utrîkil û sekulê[9]. Endolîmf jî mûxaneyan ditewîne. Tewîna mûxaneyan hestewergirên mîkanîkî yên li ser parzûna mûxaneyan çalak dike û ji bo alûgorkirina iyonan cogên parzûnê ve dike. Alûgorkirina iyonan, erkê kar dide destpêkirin. Ango enerjiya pestoya şileyê ji bo enerjiya elektrîkê tê veguherîn (hesteveguherandin). Bi erkê kar demareragihandin ji mûxaneyan tê guhêztin bo demarên hevsengiyê (demarên dalanî). Bi navbeynkariya demarên hevsengiyê demareragihandin digihîje lakêşemoxê, ji wir jî tê şandin bo mejîkê[4]. Mejîk li gel guhê navî, ji çav, masûlke û gehan jî demareragihandin werdigire. Mejîk hemû ragihandinan rêk dixe, tekûz dike, paşê dişîne tûkila mejî, masûlke û gehan. Bi vî awayê heke pozisyona laş de guherîn hebe, bi alîkariya masûlke û gehan ji bo pozîsyona nû ya laş hevsengî tê avakarin. Bi rêkxistina hevsengiyê, pozîsyona laş ji bo rewşa nû tê guhertin ko mirov li ser lingan bimîne û nekeve erdê. Her çiqas serê mirov bilive jî çavên mirov dikarin rasterast li xalek sabît binêrin. Bi vî awayê gava pozîsyona laş diguhere, çav hê jî bi awayekî çalak ji derdor agahî digirin[9].

Heke mirov çavên xwe bigire û li dora xwe 5- 6 caran bizivire, paşê bisekine û çavên xwe veke, gêjayî li mirov peyda dibe, mirov li erdê dikeve, nikare li ser piyan bisekine. Sedema vê rewşê xirabûna hevsengiya laş e. Gava mirov li dora xwe dizivire, wekî hemû beşên laş, cogên kevaneyîjî bi serê mirov re dizivire. Di nav cogên kevaneyî de şileya endolîmf heye. Di destpêka zivirînê de ji ber tewdana erdkêşê endolîmf di cihê xwe de dimînê. Ango cogên kevaneyî dilivin lê endolîmfa nav cogan paşê dilive. Ev rewş dibe sedema tewîna mûxaneyan û destpêkirina erkê kar. Di demek kurt de endolîmf jî dilive, leza zivira endolîmf û cogên kevaneyî yeksan dibe, mûxaneyên tewandî rast dibin. Îcar li dawiya zivirê, gava mirov disekine, cogên kevaneyî jî disekinin, lê herrika şileya endolîmfê di nav cogan de ji bo demek kurt didome. Endolîmf bi livîna xwe mûxaneyan disa ditewîne û erkê kar dide destpêkirin[10]. Demareragihandin tê şandin bo mejîkê. Ango ji mejîkê wetrê serî he jî dizivire. Lê di heman demê de çav û masûlke jî demareragihandin dişînin mejîkê û mejîkê jî rawestana laş agahdar dikin[10]. Ev rewş dibe sedema çêbûna tevlihevî di mejîkê de. Mejîk ji aliyekî de hewl dide ko pozîsyona laşê rawsetî rast bike, di heman demê de jî ragihandin dişîne masûlke û çavan bo berdewamiya zivira laş. Ji ber vî tevliheviyê mirov nikare bi hêsanî li ser piya bisekine, dewxa mirov tê û mirov dikeve erdê. Demek şûn ve livîna endolîmfê disekine, îcar li gel çav û masûlkeyan, ji guhê navî jî agahiya rawestîna laş digihîje mejîkê. Mejîk jî ragihandin dişîne masûlke, geh û çavan ji bo serastkirina pozîsyon û parastina hevsengiya laş.

Rêwîtiya di erebeyê an jî di keştiyêde endolîmfê bi awayeki ne asayî dilivîne demareragihandin bi awayeki tevlihev digihîje mejîkê. Demareregihandinên ji guhê navî ji mejîkê re dibêjin serî û laş dilive, lê ragihandinên ji çav û masûlkeyan jî ji mejî re dibêjin serî û laş rawestî ye. Loma di rêwîtiyê de dewxa hin mirovan tê û diverişin. Di rewşek wisa da divê mirov li kêleka şofêr rûnê û li aliyê pêşiya erebê mêze bike. Bi vî awayê çav jî êdî ji mejîk re dibêjin serî û laş dilive[10].

  1. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  2. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  3. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  4. ^ a b c d Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  5. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  7. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  8. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  10. ^ a b c Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.