Kolik, Adiyeman

Navçeya Kolikê
Kahta
Navçeya Kolikê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Kolikê
Navçeya Kolikê
Koordînat: 37°47′4″Bk 38°37′15″Rh / 37.78444°Bk 38.62083°Rh / 37.78444; 38.62083
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehAdiyeman
SerbajarKolik
Hejmara nahiyeyan4 nahiye
Hejmara bajarokan3 bajarok
Hejmara gundan83 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.488[1] km2 (Çewtîya formatkirinê: têketina nederbasdar tilorkirin e sq mi)
Bilindahî
710 m (2330 ft)
Nifûs
 (2009)
116.749[2]
 • Berbelavî78,46/km2 (203,2/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
61.243
Koda postayê
02400
Koda telefonê(+90) 416
Map
biguhêreBelge

Kolik (bi tirkî: Kahta) yek ji navçeyên Semsûrê ye. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 60.700 û bi tevî gundan jî 115.000 e. Rûerdê xwe 1.854 km² ye. Navçe 30 km li rojhilatê Semsûrê ye. 3 şaredarî, 4 nehiye, 84 gund û 115 mezre girêdayî navçeyê ne. Di sala 1954´î de bi Semsûrê ve hatiye girêdan. Li bakûre navçeyê girê navdar Nemrûd heye. Unesco yê ev gir kirîye nav lîsteya mîrasa cîhanê. Her sal bi hezaran mirov ji ciye cûda yê cihanê û bajarên din yê Tirkîye û Kurdîstanê ji bo temaşekirina rojhildanê, rojavayê û peykerên devasa tên bajêr.

Dîroka herêmê wekî ya Kurdistanê ye. Aborî piranî li ser çandiniyê ye. Çandiniya behîv, nîsk, ceh, genim, nok, pembo, lazût, kuncî, titûn tê kirin. Herwekî xwedîkirina ajalan û karê mêşhingivê jî heye. Li navçeyê fabrîka tekstîl û keramîk heye mixabin hilberîn kêm e û gelê herêmê xizan e. Li herêmê lêgerînên petrolê û çend jî bîrên petrolê hene. Gel gilîdar e ku li kargehên petrolê tenê Tirkên ku ji rojavayê Tirkiyê didin xebitandin. Ango Kurdan nadin xebitandin.

Navdarên Kolîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundên Kolîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundên Kolîkê yên navdar vana ne: Menzîl, Hecerî, Alût, Çiralîk, Hemzeyin, Bîheze, Beraziye, Markîk, Sîhake, Kûmîr, Alûtamîn, Terpal, Kilîsk, Keftîre (Kefîrme), Şamîk, Narînce, Çalçaviye, Qeraş, Zeytûn, Bîldiyan, Galaro, Salmût (va gundê Semsûrê), Momaciya, Kugalo û Mîlke.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]