Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
XWENDEKAR

Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz bi kurtenavê Xwendekar tê nasîn, rêxistineke civakî, çandî û xizmetguzarî ya xwendekarên Kurd li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê ye. Ji Aliyê Polat Can ve di 27ê adara 2012an de hate ragihandin.[1]

Damezrandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di payîza sala 2011 de li zanîngeha Helebê bi însiyatîfa Polat Can dest bi xebata rêxistina xwendekarên zanîngehê hat kirin. piştî xebat, civîn, hevdîtin û nîqaşên çend mehan, cara yekem di 09.12.2011 de li bajarokê Ehresê yê girêdayî Helebê yekemîn Konferansa xwendekarên zanîngeha Heleb hat li dar xistin. Paş konferansa Helebê, li Şam, Reqa, Hesekê û Latiqiyê konferansên xwendekarên Kurd hatin li dar xistin û di encama van konferansan de biryara çûyîna kongireya damezrandinê bibe.[çavkanî hewce ye]

Kongreya damezrandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di encama 5 konferansên li ser asta parêzgeh û zanîngehên mezin li Rojavayê Kurdistan û Suriyê biryara lidarxistina kongireya giştî hat girtin. di 27.03.2012 li taxa Şeyx Meqsûd ya bajarê Helebê bi beşdariya 350 xwendekaran ji zanîngehên (Şam, Heleb, Îdlib, Laziqiyê, Tertûs, Hesekê, Dêra zorê, Reqqa, Hums, Suwêyda û zanîngehên Minbic û Qamîşlo) kongire bi serpereştiya Polat Can hat li darxistin.[2]

Kongreya damezrandina XWENDEKAR

Encamên kongireya damezrandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di encama nîqaş û goftûgoyên azad û demokratîk û bi îradeya serbixwe û azad ya xwendekaran biryar hat dayîn ku Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz bi kurtenavê (Xwendekar)were ragihandin. her wiha sembola alaya komara Mihabadê wek nîşan û sembola Xwendekar hat pejirandin. koordînasyonek ji 25 xwendekaran hat hilbijartin. Polat Can wek koordînatorê giştî hat hilbijartin.

Mezlum Dogan, Leyla Qasim, Ferzad Kemanger û Rustem Cudî wek sembola Xwendekarên Kurd li Rojava hatin qebul kirin. her wiha gelek biryarên din hatin girtin.[3]

Kongreya damezrandina XWENDEKAR

Rojnameya Xwendekar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ser biryara ku di kongireya damezrandinê de hatibû girtin. di roja rojnamegeriya kurdî de di 22 Nîsana 2012 de yekemîn hejmara Rojnameya xwendekarên zanîngehên Suriyê û Rojavayê Kurdistanê bi navê Rojnameya Xwendekar derket. bi zimanê kurdî û erebî weşana xwe kir.[4]

Radioyên Xwendekaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cara yekem li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê radioyekî kurdî bi navê CUDÎ FM di 16-10-2012 li bajarê Amûdê hat damezrandin û paş çend rojan hat veguhestin bo bajarê Qamîşlo. Cudî FM ji aliyê Konfedresyona Xwendekaran ve hat damezrandin û rêvebirin. di 11-11-2012 de duyemîn Radioyê kurdî bi navê KOBANÎ FM li Kobanê ji aliyê Xwendekar ve dest bi weşana xwe kir. Di 1-04-2013 de, li herêma Dêrîkê mezintirîn radioyê kurdî bi navê ROJAVA FM ji aliyê Xwendekara ve dest bi weşana xwe kir. di havîna sala 2013 de radioyê EFRÎN FM dest bi weşana xwe kir. bi vî awayî Xwendekar (KXKW) 4 radioyên kurdî li tevayî Rojavayê Kurdistanê damezrandin.

Şehîdên Berxwedana Xwendekaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

di havîna sala 2013 de, êrîşên berfireh ji aliyên grupên Selefî, Tekfîrî yên wek Cebhet El Nusra hatin ser Rojavayê Kurdistanê. li ser daxwazî û banga YPG, Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz jî, beşdarî seferberiya giştî ya parastina Rojava bû. Endamên Konfedresyonê li rex YPG-YPJ û Asayîşê li eniyên şer û di parastina bajaran de cih girtin. li Heleb, Efrîn, Kobanê, Serê Kaniyê, Hesekê, Tiltemir, Qamîşlo, Tirbe Sipiyê, Çil axa, Rimêlan, Girkê Legê, Dêrîk û cihên din de xwendekar beşdarî berxwedanê bûn. Di vê berxwedanê de gelek endamên Xwendekar birîndar û şehîd bû, ji şehîdên berxwedanê:

  • - Şehîd Hogir Kobanê
  • - Şehîd Metîn Dêrîk
  • - Şehîd Zinar Dêrîk
  • - Şehîd Berfîn Kobanî
  • - Şehîd Viyan Kobanî
  • - Şehîd Bahoz Horan.
  • - Şehîd Demhat Girkê Legê
  • - Şehîd Polat Can Agirî
  • - Şehîd Usama Efrîn
  • - Şehîd Welat Efrîn
  • - Agirîn Reqqa
  • - Ebdo Zeradeştî
  • - Seyîdxan Efrîn.
  • - Bengîn Kobanî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dîmenên kongreyê li ser youtubeê
  2. ^ "DiyarName.Com". diyarname.com. Roja gihiştinê 13 sibat 2022.
  3. ^ "البيان التأسيسي لكونفدرسيون الطلبة الكرد الوطنيين". shabab kurd (bi erebî). 30 adar 2012. Roja gihiştinê 13 sibat 2022.
  4. ^ "كونفدرسيون الطلبة الكرد الوطنيين يصدر أول عدد من جريدة خوندكارXWENDEKAR". ANF News (bi erebî). Roja gihiştinê 13 sibat 2022.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]