Kuştina Hande Kader

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kuştina Hande Kader
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Hevwelatî
Pîşe
Sex worker, LGBTQI+ rights activistLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Hande Kader, (jdb. 1993 li Rihayê - tebax 2016 li Stembolê) jineke transgender û çalakvana mafê mirovan bû ku ji ber sûcê nefretê hatibû kuştin.

Kader digel hevala xwe Didem Akay ji bo bi mîlyonan tirk û kurdan wergeriya sembolek ji bo civaka LGBT, piştî ku di eniya herî pêş a berxwedana li dijî hêzên polîsan de wêneyê wan hat kişandin, dema ku çalakiya Istanbul Pride ya 2015an a li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate tepeserkirin.[1] Di tebaxa 2016an de, ew ji aliyê hevjîna xwe ve wek windayî hat îlankirin piştî ku ew qasî hefteyekê venegeriyabû mala xwe.[2] Laşê wê di 12ê tebaxa 2016an de li kêleka rê li sûka Zekeriyaköyê[3] bi şopên tecawiz, perçekirin û şewitandinê hat dîtin.[4] Li gel ku cesedê Kader bi awayekî xerab hatibû tacîzkirin jî, li morga bajêr ji aliyê Dengiler ve hat naskirin.

Kader di pîşesaziya seksê de wekî xebatkarek seksê kar dikir, û herî dawî hate dîtin ku li otomobîla xerîdarek ket.[5] Di dema mirina xwe de 23 salî bû.[6] Sedema mirina fermî hîn nehatiye eşkere kirin. Rapor diyar dikin ku piştî mirina wê cesedê wê hatiye şewitandin, îhtîmal e ji bo naskirina sûcdar(an) neyên naskirin.[7]

Çalakiyên li dijî transfobiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rewşa mafê kesên LGBT li Tirkiyê û kuştina Hande Kader[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkiliyên hevzayendan li Tirkiyeyê bi awayekî qanûnî ne qedexe ne, lê civaka LGBT ya tirk bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ye, bi taybetî ji aliyê muhafazakarên olî ve.[8][9] Raporeke Çavdêriya Mafên Mirovan dide zanîn ku gelek LGBT yên tirk di nav tirsê de dijîn û bi stem, tundî, tacîza polîsan re rû bi rû ne.[10]

Meşa Istanbul Pride ya sala 2016an ji aliyê çend komên tundrew ve, di nav wan de yên îslamî jî, hatibû tehdîdkirin. Li ser vê yekê hikûmeta îslamî-muhafezekar ya AKPê xwenîşandanê di deqeya dawîn de qedexe kir, li şûna ku bi parastina beşdaran ewlekariya xwe misoger bike.[11][12]

Kuştina Hande Kader piştî çend rojan ji kuştina penabereke sûrî yê hevzayend pêk hat, ku bi tenê çend kîlometran dûrî cihê ku cesedê Hande Kader lê hatibû dîtin, serjêkirî hatibû dîtin.[13] Penaber beriya kuştina xwe bi kuştinê hatibû tehdîdkirin, revandin û tecawiz lê hatibû kirin.[14]

Yekalîbûna raya giştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mirina wê, di civaka Tirkiyeyê de li dijî transfobî û muameleya xerab a li hemberî transgenderan nerazîbûnên gel derketin.[15][16][17] û i dijî sûcên nefretê yên transfobîk gelek kampanya hatin destpêkirin. Gelek kes beşdarî meşa “Ji bo Hande Kader Edalet, Ji bo Herkesî Edalet” bûn.[18] Rojnamenivîsa Hürriyetê Ayşe Arman bal kişand ser wê yekê ku ev kiryar û kuştina Kader bi têra xwe di çapemeniyê de cih negirt û diyar kir ku li gorî kiryarên têkildarî qetilkirina Özgecan Aslan nasnameya transgender a Hande Kader kêm bû.[19]

Nerazîbûnên siyasetmedaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hem ji bo balê bikşînin ser sûcên nefretê yên transfobîk û hem jî ji bo vexwendina berpirsên siyasî, da ku gumanbar bêne dîtin, li ser banga rêxistinên LGBTI û parlementerên Partiya Gel a Komarî, li meclîsa Tirkiyê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Tê de hat destnîşankirin ku êrîşên li dijî kesên transgender û cînayetên transfobîk siyasî ne.[20]

Bûrsa Hande Kader[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klûba Xwendekarên Lêkolînên LGBTyê ya Zanîngeha Bosforê (BULGBTÎ) ji bo rêzgirtina Hande Kader, hevalbendiyek bi navê "Bûrsa Hande Kader" ragihand, ku dê ji sala xwendinê ya 2017-2018-an pê ve li zanîngehê ji xwendekarek trans re bihata dayîn.[21] Lê nivîsgeha serokatiyê daxuyand ku ev hevalbendî ne di agahiya wan de ye û bexşînan îade kirine.[22]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Shafak, Elif (23 tebax 2016). "The shocking murder of trans activist Hande Kader says much about Turkey today". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  2. ^ "Hande Kader: Outcry in Turkey over transgender woman's murder". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 21 tebax 2016. Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  3. ^ protected, email (20 tebax 2016). "International outcry following brutal rape, murder of Istanbul trans activist". The Daily Dot (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  4. ^ Jones, Stephen (15 tebax 2016). "Horror of transgender woman's mutilated body found BURNT in Istanbul street". mirror (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  5. ^ "Trans rights activist Hande Kader was raped and burned to death in Turkey". Mic (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  6. ^ "Assassinat d'Hande Kader, icône LGBT: manifestation "pour la justice" à Istanbul". L'Express (bi fransî). 21 tebax 2016. Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  7. ^ "Hundreds protest over murder of trans woman in Istanbul". www.aljazeera.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  8. ^ "Trans Woman Brutally Murdered in Turkey". www.advocate.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  9. ^ Cunningham, Erin (24 hezîran 2016). "In Turkey, it's not a crime to be gay. But LGBT activists see a rising threat". Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  10. ^ ""We Need a Law for Liberation"". Human Rights Watch (bi îngilîzî). 21 gulan 2008.
  11. ^ "Assassinat d'Hande Kader, icône LGBT: manifestation "pour la justice" à Istanbul". L'Express (bi fransî). 21 tebax 2016. Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  12. ^ Shafak, Elif (23 hezîran 2016). "Turkey's LGBT community is fighting for freedom. That's why it's a target for extremists". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  13. ^ Warren, Rossalyn. "A Transgender Woman Was Raped And Set On Fire And People Are Demanding Justice". BuzzFeed News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  14. ^ Kingsley, Patrick (7 tebax 2016). "Flatmates of gay Syrian refugee beheaded in Turkey fear they will be next". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  15. ^ protected, email (20 tebax 2016). "International outcry following brutal rape, murder of Istanbul trans activist". The Daily Dot (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  16. ^ Burke, Dave (20 tebax 2016). "Anger after trans woman is raped and burned to death in Turkey". Metro (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  17. ^ "Turchia, l'orribile morte di Hande Kader, icona Lgbt del Gay Pride vietato a Istanbul". la Repubblica (bi îtalî). 20 tebax 2016. Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  18. ^ "Hande Kader cinayeti kınandı: 'Herkes için adalet' - Evrensel.net". web.archive.org. 20 kanûna pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 15 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  19. ^ "Trans olduğu için mi kimse sesini çıkarmadı bu vahşi cinayete! | Ayşe Arman". web.archive.org. 20 kanûna pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 15 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ [https://web.archive.org/web/20161222050459/http://www.kaosgl.org/sayfa.php?id=22110 "LGBT� �rg�tleri Hande Kader i�in Meclis�te topland� | Kaos GL Haber Portal�"]. web.archive.org. 22 kanûna pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 kanûna pêşîn 2016. Roja gihiştinê 15 adar 2023. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 5 de replacement character heye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  21. ^ "Boğaziçi Rektörlüğü "Hande Kader Bursu" Bağışlarını İade Ediyor". bianet.org. 21 tebax 2017. Roja gihiştinê 15 adar 2023.
  22. ^ "Boğaziçi University Presidency Returns 'Hande Kader' Fellowship Donations". bianet.org. 21 tebax 2017. Roja gihiştinê 15 adar 2023.