Here naverokê

Kuştina Samuel Paty

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Samuel Paty mamosteyê dîrokê yê dibistana navîn bû li Fransayê û ji aliyê ciwanekî radîkal-îslamîst ê çeçen ve li ser kolanan hat serjêkirin. Kuştina wî û bersivên li ser bûyerê nîqaşên tund li ser qanûna kufrê û laîsîzmê da destpêkirin.

Kujêrê Paty penaberekî 18 salî yê misilman ê çeçen bû. Wî Paty bi kêrê kuşt û serê wî jê kir û gava ku polîsê xwest wî bigire ji aliyê polîsan ve hat gulebarankirin û kuştin.

Bingeha bûyerê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî kuştina Paty, kampanyayek qirêj a medyaya civakî li dijî wî hatibû kirin.[1] Yek ji şagirdên Paty, Brahim Chnina, îdia kiribû ku di dersa azadiya derbirînê de, wî karîkaturên Charlie Hebdo yên sala 2012an nîşanî xwendekarên xwe daye, ku pêxemberê îslamê Muhemmed teswîr dike. Xwendekara ku ev îdia derxistibû wê rojê ne li dersê bû.[2][3][4] Wê îddîa kiribû ku yek ji karîkaturan wêneyê Mihemed tazî û bi organên wî yên zayendî nîşan daye.[5] Ji wê demê ve, deh kes bi komplo û alîkarîkirina kujer hatin tawanbar kirin, di nav wan de îmamek, bavê xwendekarê û du xwendekarên dibistana Paty.[6]

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku ev bûyer "êrîşeke terorîstî ya îslamîst e" û diyar kir ku "hevwelatiyê me ji ber ku zarokan hînî azadiya derbirînê kiriye hat kuştin". Ev kuştin yek ji gelek êrîşên salên dawîn ên li Fransayê bû, û êrîşa terorîstî ya duyem li Fransayê di sala 2020ê de piştî êrîşa li ser Charlie Hebdo ya sala 2015ê.[7]

Bûyera Paty di civak û siyaseta Fransayê de bû sedema nîqaşên mezin. Gelek mislimanan, li şûna ku êrîşa terorîstî şermezar bikin, aciziya xwe li hember karîkaturan nîşan dan.[8] Di heman demê de serokê Encumena Fransî ya Bawermendên Misilman ev kuştin şermezar kir, îmamên çend mizgeftan jî pê re.[8] Çend welatên ku piraniya wan misilman in, di nav wan de Tirkiye, Îran, Urdun, Kuweyt û herwiha Rêxistina Hevkariya Îslamî, hem êrîş û hem jî weşandina karîkaturan şermezar kirin.[9] Şermezarkirina êrîşê ji aliyê hukûmeta fransî ve rastî rexneyên siyasetmedarên misilman hat,[10][11][12] û hin ji wan banga boykotkirina kelûpelên fransî jî kirin.[13]

Di çiriya paşîn a 2023an de, şeş ciwan ji ber sûcên têkildarî kuştinê derketin dadgehê.[14][15] Ew di kanûna 2023an de sûcdar hatin dîtin û cezayên hepsê yên kin li wan hatin dayîn.[16]

  1. ^ "France teacher attack: Seven charged over Samuel Paty's killing". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  2. ^ "For a teacher in France, a civics class was followed by a gruesome death | Reuters". web.archive.org. 17 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  3. ^ "French leader decries terrorist beheading of teacher". AP News (bi îngilîzî). 16 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  4. ^ "Teacher decapitated in Paris named as Samuel Paty, 47 | World news | The Guardian". web.archive.org. 17 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  5. ^ "13-year-old girl lied about French teacher who was later beheaded, her lawyer says - CBS News". www.cbsnews.com (bi îngilîziya amerîkî). 9 adar 2021. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  6. ^ "Three teens charged in French teacher's beheading". France 24 (bi îngilîzî). 6 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  7. ^ "France teacher's killer had 'contact' with jihadist in Syria". France 24 (bi îngilîzî). 22 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  8. ^ a b "Après l'attentat de Conflans, de nombreux imams condamnent l'assassinat de Samuel Paty" (bi fransî). 19 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  9. ^ Willsher, Kim (26 çiriya pêşîn 2020). "Anger spreads in Islamic world after Macron's backing for Muhammad cartoons". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  10. ^ Willsher, Kim (27 çiriya pêşîn 2020). "Muslim backlash against Macron gathers pace after police raids". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  11. ^ "Muslim groups urge Macron end 'divisive rhetoric, reject hatred'". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  12. ^ "Macron seeks to calm tensions with Muslims – DW – 11/01/2020". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  13. ^ "France recalls Turkey envoy after Erdogan says Macron needs 'mental check'". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 25 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  14. ^ Chrisafis, Angelique (27 çiriya paşîn 2023). "Samuel Paty: six teenagers to go on trial in connection with French teacher's beheading". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  15. ^ "French court opens case against teens over beheading of teacher". Al Jazeera (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  16. ^ "Six teenagers found guilty in connection with the beheading of teacher Samuel Paty". Sky News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.