Kutilka dîlanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kutilkên Mêrdînê

Kutilka dîlanê, kutilk, kutlik, kutilka Mêrdînê, kutilka suryaniyan xwarineke kurdewarî ya pir kevnare ye, grover tê çêkirin; mezin, piçûk û çêdibe. Ya mezin yeklepî, ya piçûk jî mîna hêka mirîşkê heye. Cûreyek jî ji hêkê piçûktir û bevçikî tê çêkirin. Wek xwarin pir kevn e û li gelek herêmên Kurdistanê tê çêkirin. Hinek meselokên folklorî jî, li ser xwarina kutilkan hene. Di pêjgeha kurd, suryanî, ereb û farsan de navdar e.

Mirov dikare kutilka dîlanê wekî kufteyê jî bibîne, lewra carnan ji kutilkên danê re kufte jî dibêjin. Li hin deverên Kurdistanê ji kutilka dîlanê re kufte, kiftika mezin, dolmeha mezin jî dibêjin.

Kutilka dîlanê ya Serhedê di nava rûn û çênca xwe de tê servîskirin. Kutilka serhedî glover û hinekê din jî mezin e.

Çêkirina Kutilkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema savar tê hêran, hûrikê savar wek danê kutilkan tê hilanîn. Têra xwarinekê ji vî danî dixin firaqeke mezin û ava kel bera serê didin, piştre potekî davêjin serê û bi qederê nîv saetî dimîne da binermije.

Piştî ku nermijî, li hev dixin û wek girêkekê hildidin, bi destan pehn dikin, dikin kortik û navoşk dinin navê, devê wê didin hev û wisa grover çêdibe, herwekî xarek e. Ji bo ku rind hilustankî bibe jî, derveyê wê bi ava şîrgermî û bi kefa dest tê mizdan.

Navoşka kutilkê ji van tiştan çêdibe: Çend serî pîvaz hûr dikin, diranek-dido sîr diperiçêqin û dixin navê, goştê qîme yan goştê ku bi kêrê hatiye piçûparîkirin, hin texlît biharat û dermanê germ (bîbera tûj û ne tûj) di tawê de dipijînin û hinek diqelînin, piştre hindik birinc an savar dixin navê, keleke din lê dixin. Hin kebanî hene ku navoşka kutilkan tenê ji kunciyên qelandî û kutayî îêdikin. Navoşk li got zîrektî û pêzanîna kebaniyan tê guhertin.

Jimara çêkirina kutilkan, li gor nefsên di malê de çêdibe. Lê kebanî hertim hesabê hatina hinek mêvanê bêwext dike û çend gutilk zêde çêdike. Piştî ku çêkirina kutilkan qediya, beroşek av li ser êgir dikelînin. Divê kela ava di beroşê de, ne zêde be û nermik be. Her carê çend kutilk dixin nêv ava li ser êgir, kelandina wan bi qederê 20 deqîqe didomîne. Eger kelandina avê gur be, kutilk dipelişin. Piştî ku ev pijiyan, îcar hinekên din dixin nêv axa kelandin. Di kelandinê de divê kutilk nekevin ser hevûdu, eger bikevin ser hev, xetera ku hev bipelişînin heye.

Piştî kutilk tev hatin pijandin, hemû dixin teştikekê û ji bo her mirovekî 2,3,4,5 belkî zêdetir lib dixin firaqekê. Rûnê qijilandî bera ser wan didin, dev bi xwarina wan tê kirin. Hin kebanî jî hene, kutilkên bevşikî (pehn) piştî pijandina di nava avê de, di nava rûn de jî diqelînin û hêv dixwin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]