Pêjgeha Afrîkayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pêjgeha Afrîkayê ji tevahiya xwarin-vexwarinên li vê parzemînê hene û ji taybetiyên wan re tê gotin. Afrîka duyemîn parzemîna mezin a erdê ye. Gelek gel, kom û ber lê cihwar in. Herwiha xwedî çand, huner û estetîkeke dewlemend e.

Di xwarinên afrîkayî de fêkî, zebze, berhemên şîr û goşt cihekê sereke digirin. Di nava herêmên wê de hevparî jî gelek in, cudatî jî.

Afrîkaya navendî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fûfû (rastê) li navenda Afrîkayê navdar e

Li navenda Afrîkayê pirranî xwarinên gelêrî û herêmî tên xwarin. Herwiha siyale, fringî, îsot jî gelek tên bikaranîn. Şîraniyên herêmî, mirîşk, goştên hin ajalên kovî jî tên xwarin.

Rojhilatê Afrîkayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li vir gelek cudatî hene di navbera herêman de. Xwarinên tradîsyonal û nûjen tevlîhev bûne. Bandora xwarinên erebî û hindî jî mezin e li van herêman.

Fêkî dîsa cihekê girîng digirin. Bikaranîna biharbêhnan (biharat) gelek e. Ji bandora kolonyalîzmê, xwarinên portûgalî û ewropayî jî tên xwarin.

Qilonçê Afrîkayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kîça fît-fît, ji pêjgeha erîtreyê xwarinek e

Xwarinên ji Erîtreyê qora pêşîn tên. Berhemên şîrê, xwarinên ji masiyan û çêjên deryayê, xwarinên pêjgeha ereb, riz, şîraniyên wekî helawê, fêkî, biharbêhn (biharat) xalên girîng in.

Bakurê Afrîkayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li vir bandora kûltûra Deryaya Navîn heye. Rewşa aborî jî baştirîn e. Pêjgeha ereb cihekê girîng digire. Herwiha xwarinên ji masiyan û çêjên deryayê, goşt, rûnê zeytê, kundir, fringî, kartol, zebzeyên hêşîn ên din, fêkî xalên girîng in.

Bandora xwarinên fastfood û yên ewropayî jî ne hindik e, bi taybetî li metropolan.

Başûrê Afrîkayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji pêjgeha başûr re, "pêjgeha keskesorî" jî dibêjin, rengareng e. Gelek dewlemend e. Xwarinên tradîsyonal navdar in. Di nava êl û beran de çendî cudatî hebin jî, pirraniya xwarinên herêmê hevpar in.

Fêkî, zebze, goşt, xwarinên ewropayî, masî xalên sereke ne.

Rojavayê Afrîkayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goşt, zebze, biharbêhn (biharat) sereke ne. Dîsa riz (birinc), xwarinên erebî, xwarinên tradîsyonal, hêk û fêkî jî.

Wêneyên Xwarinên Afrîkayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve (îngilîzî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]