Mensûryê, Mêrdîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Mensûriye binêre.

Mensûryê an Misûriyê (bi tirkî: Yalım), gundekî bi ser bajarê Mêrdînê ve ye.

Li pişt Kela Merdînê di navbera kelehê û zinarê de ava bûye. Bi meşê bîst deqa mirov digehêje navenda Merdînê. Gundekî pir dîrokî ye, ji aliyê gelê ermenî ve hatiye avakirin. Heya neha dêr û wargehê dînê xiristaniyê li gund hene. Heya sala 2001 hejmara vir 560 mal bûn, niha bûyê bajarok.

Li gund gelek şkeft hene ku ji dîroka kevn hatine avakirin; Şkefta Guzê, Efera Keçikan, Efera Navê û Efera Pîrebokan û Şikeftikê Melhebê hin ji wan in.

Li jora gund gelek qesr jî hene Qesra Fexriyê, Qesra Îskender (ku ji aliyê Îskenderê Mezin ve hatiye avakirin), Qesra Mişrifê, Qesra Şehtena, Qesra Dîno, Qesra Betrek û Qesra Eysincê hin ji wan in.

Mirovê gund bi piranî aboriya xwe bi pez û reza dike. Zinarê Mêrdin di destê Dayşiyan (nave eşîra gundê Misuriyê) de ye. Axa wî gund pir devlemend e.