Mirad Gundikî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mirad Gundikî
Jidayikbûn18ê îlona 1987an(1987-09-18) (36 salî)
Gundikê Melî, Şirnex, Bakurê Kurdistanê
biguhêreBelge

Mirad Gundikî nivîskarekî kurd e ji Bakurê Kurdistanê.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirad Gundikî 18ê îlona 1987an de li Gundikê Melî ya bi ser Şirnexê ve hatiye dinyayê.

Mirad Gundikî, hê di zarokatiya xwe de bi tirkî dest bi nivîsariyê dike. Heta 17 saliya xwe bi tirkî dewam dike heta ku wan dema pênc caran hatiye xelatkirin. Ji destê serokkomarê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Necdet Sezer jî ji bo helbesteke xwe xelatekî werdigre. Mirad di 17 saliya xwe de biryar dide ku bi zimanê miletê xwe binivîse û ev piştî vê biryara xwe bi rojane, heftane an jî mehane ji hev cuda cuda bi awayekî peryodîk nivîsariyê dike[1].

Piştî ku Mirad dest bi nivîsariya kurdî dike çendîn nivîsar, çîrok û helbestên wî di kovarên wek Nûpelda, Tîgrîs û Çirûskê de û di malperên wek Nefel, Kulturname û Netkurdê de belav bûne.

Di quncikeka rojnameya Evroyê de dinivîsîne[çavkanî hewce ye]. Evro weşana xwe li Başûrê Kurdistanê dike. Bi heman demê de Mirad edîtor û xwediyê malpera Kurdîgehê ye. Şêwirmendê zimanî yê bernameya kevanî ya televîzyona Kurd 1'ê ye.

Perwerde[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirad xwendina xwe ya lisansê li Diyarbekirê di Zanîngeha Dicleyê de di beşa kîmyayê de didomîne. Xêncî vê Mirad du salan (2008-2009, 2009-2010) li mala Piştgiriya Perwerdehiyê de ji bo xwendekarên ku nikarin biçin dersxaneyên pereyî bi dildarî mamostetî jî kiriye[2].

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2010ê de ji aliyê Kurdish American Education Society (bi kurtî KAES) ve li Zanîngeha Los Angelesê di pêşbirkeke di nêvbera kurdên ciwan yên nivîskar de, nivîsa wî layiqê xelata nivîsa herî afrîner û orijînal hat dîtin.[3]

Çîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bajarê parçeyên dilî lê pirtûbelav bûyî
  • Bûka çardehsalî
  • Gulle û pê qerisî bûn
  • Hilingivîna di peyamên evînê de
  • Jiyana pêguhork
  • Mirina cohta keziyên sor
  • Nêçîrvanek û serdebûna rojê
  • Nîvê dilê min û nîvê dilê destgirtiya min
  • Qurmînî û tirsa bêdeng
  • Sermahiya Diyarbekirê û şehê Pira Dehderî
  • Şelandina dewlemendê bajarî

Nivîsar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bûkaniya zimanê botan û rengîniya hemî kurdên wêjevan
  • Ez û dilê xwe yê hecî li stenbolê
  • Gelo jin û mêr wekî hev in
  • Ji dotmama min Zozan Berwariyê re dîmenekê ji welatî
  • Kewgirî
  • Mamê Evdirehman yan Evdirehman amca
  • Mamikên Gundikê Melî û kurdiya kolaneyên Diyarbekirê
  • Nivîsandin û ferqa di nêvbera “kelex”, “kelaş” û “qerqode-yî” de
  • Peqik û tûyik û devoka her kesan
  • Şîroveya pisîkolojiya tirkek kurdek û ingilîzekî
  • Şivanê karik û berxikan - Bêçîvan
  • Tirkîaxaftina keçên sosyetîk û xweşiya jiyana serbilind
  • Dar kurd bûn, kevir kurd bûn û newal jî kurd bûn
  • Mamo hespê wî û Kurdistana azad
  • Barzan - Welatê ko lê mar ji mirovan natirsin

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdîgeh

Nefel[girêdan daimî miriye]

Evropress

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 kanûna pêşîn 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 nîsan 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ http://www.kurdigeh.com/details.aspx?an=67
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 kanûna pêşîn 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 nîsan 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)