Nadir Şah

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nadir Şah
Navê rastî
نادر شاه Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn22 çiriya pêşîn 1688, 6 tebax 1698 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin19 hezîran 1747 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qûçan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêNader Shah Mausoleum, Meşhed Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîAfsharid Empire Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
Hevjîn
  • Raziya Sultan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Reza Qoli Mirza Afshar
  • Morteza Mirza Afshar
  • Ali Mirza Khan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MalbatXanedana Efşaran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nadir şah serokê eşîra Efşaran bû, ku 12 salan li Îranê hikûm kir.

Ber padişahiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nadir şah di sal a 1066ê h.h di êl a Efşarê a li Deregez a bakûr ê Xorasanê ji dayk bû. Nadir şah ji a dûmahiyê bû. Şah Ismaîl ê Sefewî eşîr a Kerxlûyê ji Azerbaycanê ber bi bakûr ê Xorasanê ve koçand (an jî koçber kir), û li derdor a Ebîwerdê, Deregezê, Baxerzê û heta sînor ê mervê akincî kirin, . Gelek ji wan êlan, di dem a Şah Abbas ê Sefewî da, di nav êl a Şahsevenê da heliyan.

Nav ê wî ê dirist "Nadir Qolî" bû. Hêj nebûbû 18 salî ko di êrişekê da ew û dayk a wî ji al ê Ûzbêk ên Xwarezmê ve hatin dîl girtin (êxsîr kirin), lê pişt ê demek ê kurt karî ko bireve û vegere Xorasanê. Pişt ê veger a xwe, ket xizmet a Bab Elî Beg ê mîr ê Ebiwerdê, û komek a merivan li dor xwe komkirin û nav ê xwe danî "Nadir Qolî beg".

Di wî demî da, Efxanan bi serokatî a Mehmûd ê Efxanî bi ser Isfehanê da girtibû û Şah Sultan Husseyn ê Sefewî kuştibû. Li pey wê bûyerê, kur ê Şah Siltan Hûseyin ê Sefewî revîyabû Qezwînê û xwe bi padişahê Îranê dizanî (1135 h.h), lê mîr ên pir dever ên cuda ên Îranê îtaet a wî nedikir. Mehmûd ê Efxan jî ko bi tenê hukm ê Isfehanê û derdor a wê di dest ê wî da bû, pişt ê demek ê kurt ji al ê pismam ê xwe Eşref ê Efxan ve hat kuştin (1137 h.h). Di vê navber ê da, Nadir Qolî beg ko ji tesîr a binemale û xanedan a Sefewî agehdar bû, xwe gîhand Şah Tehmasb ê Sefewî û bû serleşker ê wî (1139 h.h). Pişt ê demek ê kurt, Xorasan xist bin dest ê xwe.

Feodal ê mezin Melik Mehmûd ê Sîstanî ê mîr ê Sîstanê, mezintirîn dijber ê Nadir Qolî begî bû. Lê Nadir Qolî Begî li sal a 1726ê, piştevanî a Şah Thmasb ê Sefewî, Fethelîxan ê Qacar (kur ê Şah Qolî Xan ê Qacar û bapîr ê Axa Mihemet Xan ê Qacar) bi dest xist û karî rikeber ê xwe Melik Mehmûdî bişkîne û Sîstanê bixe bin desthilat a Şah ê Îranê. Ji ber wê yekê, Şah Tehmasbî Nadir Qolî kir kir walî ê xwe li Xorasanê. Pişt ra, Nadir Qolî Begî nav ê xwe kir Tehmasb Qolî. Salek pişt ra, navber a wî û Şah Tehmasbî mîn a berê nema, û bi awayek ê serbixwe çend eşîret ên Kurdan û Tirkan şkandin û xistin bi desthilat a xwe, û şer ê Efxanan jî kir. Nadir Qolî Begî Eşref ê Efxan li dever a Mêhmandûstê a ser bi bajar ê Damixanê û pişt ra jî li dever a Mûrçexurt a ser bi bajar ê Isfehanê, û ji bo car a 3ê jî li dever a Zerqanê a grêdaî ê bajar ê Şîrazê di şer ên dijwar da şkand û li pey Efxanan heta Efxanistanê jî çû û eşîr û êl ên wê derê jî xistin bin desthilatdarî a Şah Tehmasbî (paşa ê Îranî) (1729 an jî 1142 h.h). Bi vî awaî, Nadîr Qolî Begî dawî bi hukm ê 7 salî ê Efxanan li Îranê anî.

Pişt ê aram kirin a Rojava ê Îranê, Nadir Qolî Şahî ber ê xwe da dijmin ên xwe ên dereke, û li bakurê bi Rûsan ra, û li rojavayê jî bi Osmaniyan ra ket nav a şerî da. Di wî demî da, dîsan li rojhilat ê Îranê alozîyek a biçûk derketibû. Ji Nadir Qolî ra giringî a rojhilat ê Îranê ji ya cih ên din zêdetir bû. Ji ber wê yekê, dev ji şer ê dijmin ên dereke berda û dîsan vegeriya rojhilat ê Îranê. Şah Tehmasbî hinek hesûdî bi serketin ên Nadirî dibir, û xwest wisa bide xuya kirin ko ew jî tiştekî ji Nadir Qolî Begî kêmtir nîye. Lê di berdewam kirin a şer ê digel Osmanîan da tûş ê şkestin ên pir dijwar hat û bi rêkeftinnameyek a aştiyê da, beşek a mezin ji Azerbaycanê da Osmaniyan (1145 h.h). Nadir ji vî kar ê padişahî pir aciz bû û tev serok ên eşîretan li cihekî kom kirin û bi piştevanî a wan Şah Tehmasb ji padişahiyê xist û kur ê wî Şah Ebas ê 3ê (kur ê biçûk ê Şah Tehmasbî) li cih ê bav ê wî danî û xwe jî kir wezîr ê wî. Lê di rastiyê da, desthilat a dirist di dest ê Nadir Qolî Beg ê wezîr da bû. Pişt ê 2 salan, Nadir Qolî karî ko temamî a Azerbaycanê û Gurcistanê ji Osmanîyan bistîne û Osmanî bi awayek ê dijwar şkandin.

Gor a Nadir Şah ê Efşar Meşhed

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • م.ر.آرنوا و ک.اشرافیان، دولت نادرشاه افشار، ترجمه حمید امین، انتشارات دانشگاهی، تهران، ۱۳۵۶
  • ک.توحدی ,نادر صاحبقران,۱۳۸۴
  • ک.توحدی,حرکت تاریخی کرد به خراسان,انتشارات توس و اسفند,۱۳۶۶و۱۳۷۸
  • کتاب درسی تاریخ سال سوم راهنمایی ایران، شرکت چاپ و نشر کتاب‌های درسی ایران، ۱۳۷۹، شابک ۹۶۴۰۵۰۰۶۶۶
  • افشاریه در تارنمای ایران میراث Girêdana arşîvê 2007-09-27 li ser Wayback Machine
  • Michael Axworthy, The Sword of Persia: Nader Shah, from Tribal Warrior to Conquering Tyrant Hardcover 348 pages (26 July 2006) Publisher: I.B. Tauris Language: English ISBN 1-85043-706-8

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]