Nadir Şah
Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin.(gulan 2024) |
Şahenşah, Sultan of Sultans Nadir Şah | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 22 çiriya pêşîn 1688, 6 tebax 1698 Dastgerd, Razavi Khorasan (Dewleta Sefewiyan) |
Mirin | 19 hezîran 1747 Qûçan |
Sedema mirinê | Assassination |
Cihê goristanê | Nader Shah Mausoleum |
Hevwelatî | Dewleta Sefewiyan (1688–1736), Afsharid Iran (1736–1747) |
Meqam |
|
Hevjîn | |
Zarok | |
Malbat | Xanedana Efşaran |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Nadir şah Afşar (farisî:نادرشاه افشار) Damezrênerê Xanedana Efşaran a Îranê û yek ji desthilatdartirîn desthilatdarên dîroka Îranê bû, ku wek şahê Îranê[1] desthilatdar bû.
Ber padişahiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nadir şah di sal a 1066ê h.h di êl a Efşarê a li Deregez a bakûr ê Xorasanê ji dayk bû. Nadir şah ji a dûmahiyê bû. Şah Ismaîl ê Sefewî eşîr a Kerxlûyê ji Azerbaycanê ber bi bakûr ê Xorasanê ve koçand (an jî koçber kir), û li derdor a Ebîwerdê, Deregezê, Baxerzê û heta sînor ê mervê akincî kirin, . Gelek ji wan êlan, di dem a Şah Abbas ê Sefewî da, di nav êl a Şahsevenê da heliyan.
Nav ê wî ê dirist "Nadir Qolî" bû. Hêj nebûbû 18 salî ko di êrişekê da ew û dayk a wî ji al ê Ûzbêk ên Xwarezmê ve hatin dîl girtin (êxsîr kirin), lê pişt ê demek ê kurt karî ko bireve û vegere Xorasanê. Pişt ê veger a xwe, ket xizmet a Bab Elî Beg ê mîr ê Ebiwerdê, û komek a merivan li dor xwe komkirin û nav ê xwe danî "Nadir Qolî beg".
Di wî demî da, Efxanan bi serokatî a Mehmûd ê Efxanî bi ser Isfehanê da girtibû û Şah Sultan Husseyn ê Sefewî kuştibû. Li pey wê bûyerê, kur ê Şah Siltan Hûseyin ê Sefewî revîyabû Qezwînê û xwe bi padişahê Îranê dizanî (1135 h.h), lê mîr ên pir dever ên cuda ên Îranê îtaet a wî nedikir. Mehmûd ê Efxan jî ko bi tenê hukm ê Isfehanê û derdor a wê di dest ê wî da bû, pişt ê demek ê kurt ji al ê pismam ê xwe Eşref ê Efxan ve hat kuştin (1137 h.h). Di vê navber ê da, Nadir Qolî beg ko ji tesîr a binemale û xanedan a Sefewî agehdar bû, xwe gîhand Şah Tehmasb ê Sefewî û bû serleşker ê wî (1139 h.h). Pişt ê demek ê kurt, Xorasan xist bin dest ê xwe.
Feodal ê mezin Melik Mehmûd ê Sîstanî ê mîr ê Sîstanê, mezintirîn dijber ê Nadir Qolî begî bû. Lê Nadir Qolî Begî li sal a 1726ê, piştevanî a Şah Thmasb ê Sefewî, Fethelîxan ê Qacar (kur ê Şah Qolî Xan ê Qacar û bapîr ê Axa Mihemet Xan ê Qacar) bi dest xist û karî rikeber ê xwe Melik Mehmûdî bişkîne û Sîstanê bixe bin desthilat a Şah ê Îranê. Ji ber wê yekê, Şah Tehmasbî Nadir Qolî kir kir walî ê xwe li Xorasanê. Pişt ra, Nadir Qolî Begî nav ê xwe kir Tehmasb Qolî. Salek pişt ra, navber a wî û Şah Tehmasbî mîn a berê nema, û bi awayek ê serbixwe çend eşîret ên Kurdan û Tirkan şkandin û xistin bi desthilat a xwe, û şer ê Efxanan jî kir. Nadir Qolî Begî Eşref ê Efxan li dever a Mêhmandûstê a ser bi bajar ê Damixanê û pişt ra jî li dever a Mûrçexurt a ser bi bajar ê Isfehanê, û ji bo car a 3ê jî li dever a Zerqanê a grêdaî ê bajar ê Şîrazê di şer ên dijwar da şkand û li pey Efxanan heta Efxanistanê jî çû û eşîr û êl ên wê derê jî xistin bin desthilatdarî a Şah Tehmasbî (paşa ê Îranî) (1729 an jî 1142 h.h). Bi vî awaî, Nadîr Qolî Begî dawî bi hukm ê 7 salî ê Efxanan li Îranê anî.
Pişt ê aram kirin a Rojava ê Îranê, Nadir Qolî Şahî ber ê xwe da dijmin ên xwe ên dereke, û li bakurê bi Rûsan ra, û li rojavayê jî bi Osmaniyan ra ket nav a şerî da. Di wî demî da, dîsan li rojhilat ê Îranê alozîyek a biçûk derketibû. Ji Nadir Qolî ra giringî a rojhilat ê Îranê ji ya cih ên din zêdetir bû. Ji ber wê yekê, dev ji şer ê dijmin ên dereke berda û dîsan vegeriya rojhilat ê Îranê. Şah Tehmasbî hinek hesûdî bi serketin ên Nadirî dibir, û xwest wisa bide xuya kirin ko ew jî tiştekî ji Nadir Qolî Begî kêmtir nîye. Lê di berdewam kirin a şer ê digel Osmanîan da tûş ê şkestin ên pir dijwar hat û bi rêkeftinnameyek a aştiyê da, beşek a mezin ji Azerbaycanê da Osmaniyan (1145 h.h). Nadir ji vî kar ê padişahî pir aciz bû û tev serok ên eşîretan li cihekî kom kirin û bi piştevanî a wan Şah Tehmasb ji padişahiyê xist û kur ê wî Şah Ebas ê 3ê (kur ê biçûk ê Şah Tehmasbî) li cih ê bav ê wî danî û xwe jî kir wezîr ê wî. Lê di rastiyê da, desthilat a dirist di dest ê Nadir Qolî Beg ê wezîr da bû. Pişt ê 2 salan, Nadir Qolî karî ko temamî a Azerbaycanê û Gurcistanê ji Osmanîyan bistîne û Osmanî bi awayek ê dijwar şkandin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Nadir Shah | Biography, Empire, & Peacock Throne | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 18 çiriya pêşîn 2024. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2024.
- م.ر.آرنوا و ک.اشرافیان، دولت نادرشاه افشار، ترجمه حمید امین، انتشارات دانشگاهی، تهران، ۱۳۵۶
- ک.توحدی ,نادر صاحبقران,۱۳۸۴
- ک.توحدی,حرکت تاریخی کرد به خراسان,انتشارات توس و اسفند,۱۳۶۶و۱۳۷۸
- کتاب درسی تاریخ سال سوم راهنمایی ایران، شرکت چاپ و نشر کتابهای درسی ایران، ۱۳۷۹، شابک ۹۶۴۰۵۰۰۶۶۶
- افشاریه در تارنمای ایران میراث Girêdana arşîvê 2007-09-27 li ser Wayback Machine
- Michael Axworthy, The Sword of Persia: Nader Shah, from Tribal Warrior to Conquering Tyrant Hardcover 348 pages (26 July 2006) Publisher: I.B. Tauris Language: English ISBN 1-85043-706-8