Necmedîn Eyûb

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Necmedînê Eyûb hat beralîkirin)
Necmedîn Eyûb
Navê rastî
الملك ألأفضل نجم الدين أيوب بن شاﺬي بن مروان Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
JidayikbûnSedsala 12an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dvin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin9 tebax 1173 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xanedana Eyûbiyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêHorse fall li ser wîkîdaneyê biguhêre(Qezaya ku mirin tê de)
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Sitt al-Mulk Khatun Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Al-Adil I
  • Selahedînê Eyûbî
  • Turan-Shah
  • Tughtakin ibn Ayyub
  • Rabia Khatoon
  • Sitt al-Sham
  • Nur Ad-Din Shahanshah Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
MalbatXanedana Eyûbiyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Necmedîn Eyûb an Melik Efzel Necmedîn Eyûbê kurê Şadiyê kurê Merwan (bi erebî: الملك ألأفضل نجم الدين أيوب بن شاﺬي بن مروان, al-Malik al-Afdal Najm ad-Dīn Ayyūb ibn Shādhi ibn Marwān) leşkerekî kurdê ku li Dvînê li Xanedana Şedadiyan (îroyen Ermenistan) hatibû dinê û bavê Selahedînê Eyûbî bû. Ew di 9'ê gelawêja 1173'an de mir.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Necmedîn Eyûb zarokê Şadiyê kurê Merwan bû û birayê Şêrko yê mezin bû û ew malbata bi eslê xwe ji eşîreta Rewadî bû û Rewadî jî digihîjtin Hezbaniyan. Îbn Xelikan di berhema xwe ya bi navê Wefayat al-Ayan de heta Adem bav û kalên gorî rîwayatan dinivîse. Hîn ku ewna ji Dvînê derneketibûn ewna di bin hikumdariya Şedadiyan de bûn bavê Necmedîn, Şadî, di dorê salên 1130'an de ji Dvînê, ji pê xanedaniya Şedadiyan hilweşiya re, derketibû û siftê çûbû Bexdayê, pê re jî hatibû Tikrîtê. Li Tikrîtê, Behruz, emîrê wê herêmê, Şadî kiribû emîrê Tikrîtê. Pê bavê Necmedîn wefat dike re ew derbaza şûna wî dibe. Lê wextê ku Şêrko, apê Selahedîn, li wir bi zabitekî xristiyan ve li hev dixin û Şêrko wî dikuje re û malbata Şadiyan tê sirgûnkirin. Gorî rivayetan Ûsiv (Yûsiv), ango Selahedîn, jî di vê şevê de tê dinê.

Di 1132'an de wextê ku atabegê Mûsilê Zengî, bavê Nûredînê Zengî, nêzî Tikrîtê cengekê dike û Zengî dikeve zorê Necmedîn Zengî ji wa halê zor de difilitîne û pê wê ve Zengî deyndarê Necmedîn dimê. Wextê ku eyûbî têne cem Zengî, Zengî jî wan li cem xwe erkdar dike û wextê ku di sala 1140î de Belbekê zeft dike Eyûb dike emîrê Belbekê. Bavê Ûsiv heta sala 1146an Zengî wefat dike û lawî xwe Nûredîn derbazî şûna wî dibe, li Belbekê dewama emirîtiyê dike û wextê ku di wê salê de Muînedîn Nûr, emîrê Şamê, Belbekê dorpêç dike Necmedîn bêçare bajêr teslîma wî dike û Necmedîn ji xizmetê NûredÎn derdikeve û malbatê xwe radike û dihere Şamê. Wextê Sefera xaçperestan a duyem de di parastinê dorpeçê bajêr de Necmedîn jî pardar dibe.

Wextê ku di sala 1154'an de Nûredîn bi serkeftî, hema bêketina tu cengan, Şamê destxwe dixe. Di vê serfiraziyê de faydeyê Şêrko û Nûredîn jî pir lê dibe û Nûredîn bavê Ûsiv dike waliyê xweyê Şamê. Şêrko jî di wê wextê de qumandarê Nûredînê herî girîng bû.

Nûredîn di sala 1163'a de Şêrko û Selahedîn dişîne Misirê û pê ewna wê derê destxwe dixin re Necmedîn jî di salê 1170'ê de teva wan dibe.

Necmedîn Eyûb di sala 1173'an de di 31'ê pûşperê de wextê ku li hespê siwar bûyî birindar dibe û bi vê birinê di 9'ê gelawêjê de wefat dike.

Zarokên Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mihemed Emîn Zekî. Dîroka Kurd û Kurdistanê (2002). Avesta, Stenbol.
  • Zana Farqînî, Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
  • Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8 (ji bo sererastkirinên bikarhêner MikaelF)
  • Vladimir Minorsky. "The Prehistory of Saladin", in Studies in Caucasian History, Cambridge University Press, 1957, pp. 124-132. [1]